8

From the Book:
Eɫwen
By:
Ahlam Mansour (1951-2013)
 34 minutes  954 views

«melîḧe» yekê le nawe kiłołekanî geřekekeman bû... herkatê kesê bo her mebestê nawî kesanî kiłoł û bedbext û awarey geřekekemanî hênaye, ewa nawî melîḧe le serewey lîstekeda dehat...

eger çî zorbey zorî geřekekeman le astî kiłołî melîḧeda bûn bełam cyawazyan tenya eme bû: melîḧe temenî de bo yanze sałan deçû, çaw û biroyekî qeytanîy řeş, dem û lûtêkî barîk, du kezî xurmayî, bejin û bałayekî řêk û pêk... le cwanîda hemû kiçî dewłemendekanî geřek ḧesûdîyan pê debird, sereřay eme cil û berge sakar û konekey berîşî cwanyekî zor taybetî dexsite ser cwanîy ew demuçawey ke řenge sałî carêk tenya bo satêk pêkenîn û zerdexene neytiwanîwe aramî tya bigrê... ẍembarî û bêdengîyekey çawe xewałwekanî û wurde firmêske qetîsmawekanî mandûyetî û serince tîj û qûłekanî, demuçawî arayşit dekird û cwanîyekey xwawendane û bê gerdyekî firîştaney pê debexşî... hemû xełkî geřek deyanzanî çi kiłołîke û bedestî bawe jinekeyewe tûşî çi derdeserîyek hatuwe... bełam kes ewendey «ame řeş» agadarî birînekanî naxî melîḧe nebû...

nek her deyzanî û gwêy lê debû ke bawejnekey melîḧe deyneřand be serya û pêy dewt:

- melîḧe biçû ey qûmate bişûr... gîs biřyay, we pen kiryay, era qabegan newrdîdese ban ełwen? melîḧe bêşkege buwe serban û biçû şîr manga bar era miłałege.

cige lewey çend carê ame gwêy lewe bû bawejnekey melîḧe be melîḧey dewt:

- eger gewra bîd xom zanim çwîn řiswa bûyd? her le îsewe řiswa dikem... eger řîswa newîd ley duya řuje min jin nîm û nawim gułçîn nêye xas nasmed, he... her wedaygeged hatîde! xom her le ḧeqid têm... di biçû dî teştege hełgir û bixerey jîr tirumpege...

keçî ame řeş legeł ew cur’et û bê derbestîyey, neydetwanî carêk be bawejnekey melîḧe biłê: kiçê xwa qebuł nakat ewende ezyetî ew minałe kiłołe û bestezmane mede.

çunke deyzanî ger em qiseyey le dem bêtederê nek tenya şeřêkî gewre geřek ewrujênê... bełku agirî ew şeře debê le cergî melîḧewe hełsê û ta melîḧe mawe nekujêtewe, boye ame her bê deng debû naxî xoy dekirde gořistan û xem û pejarey ew kiçe bestezmaney tya deşardewe... ta řojê be řêkewt be ber małekeyanda têpeřî gwêy lê bû bawejnekey melîḧe deyqîjand:

- gîs biřyay melîḧe... hey we pen kiryay beyanî mał biragem têne eyra. wetme pîd biçû le bazař gûşt bisîn... sendîd? ne le fikird çî... era tirsayd? qesawegan qurinicg lelîd bigirin? ewene qursîd?... çend kuçg hes le gîrfand? dey hełs dey...hey ḧîz... hey qeḧpe...ḧucirge gizî bide... şamî sendîd? ne... nanege xistîde naw qezanege? ne... we pen kiryay meger şareweder bikiryeyd peřu pîsegem şurdîd? era neçîde ser ełwen? ha... bîj era neçîd? tirsyay le çayliẍ biřfinned? hełs qeyçîyege bar... bizan le kûres? lebin dûnyayş bûd her peyay bike eram... çewesyayde? era we syayde temaşam keyd? le dayge ganderegedîş kemtirim?... ha... bîj era wiskit bîde? bîj we cwanîy xode û naz keyd we banim? dayge gedîş cwan bî bes faydey çepî?... he...

bo yekem car ame le temenî xoyda hestî be tirsinokî û bê desełatî dekird, tirsinokîyek herçî azayetî lewe berî nwandibû le astîda buwe sifir... naçar bû bo yekem car betirsewe pena bibate ber tilyak û cigereyekî piř le tilyak dagîrsan... lewe ber eger diłxoşyekî bo biřexsabaye ewca penay bo tilyak debird bîrî lew diłxoşîye katîye dekirdewe û deyzanî eme çare nîye... beqed eweye bencêkî katîye... wurde wurde řêy xoy girte ber û melîḧey be derdekanî xoy sipard ke wek amêrê lejêr destî bawejnekeyda bicûłêtewe û hemû pêwîstîyekanî bo becê bihênê... hestî bemandûbûn û şeketî bikirdaye ewa sûtemenî ceste amêr asakey zyatir wizey pê deda û çaktir decûłayewe... sutemenî ew cestey amêr asayey melîḧey tenya «tane lêdan bû» be pêçewaney hemû kesêkî asayî ke «tane lêdan» pekyan dexat û berçawyan tarîk debê... keçî melîḧe tane deycułanewe, tane nanî derxiward deda...

tane deyxewand... tane xewnî pê debînî... tane... tane... bełam hendê car wek biłêy le manakanî ew tanane tê nedegeyşit penay debirde ber bawkî, ke bawkîşî nek tenya bawik nebû, bełku hîç řeftarêkî le řeftarî canewerî diřinde cya nedekirayewe, em çîroke ałoz û seyr seyraney derbarey daykî degêřdiranewe debûne mayey taqe pirsyarê û be tirsewe le bawkî depirsî: bawe... dayk... daygim...çi.... çehate pê.?

- mird.

- era mird?.

- nexoş bî û xuda kuştey... giştiman mirîmin?... ewîş nexoş bî...

- bes hawsagaman îjd bawgid kuştey. řase?.

- ne dirûked.

- dayg «leyla» îjd şwî kirdye û çêse şarîg tir.

- ewîş dirûked. we tû baweř we qisey bawgid bike û ḧeqid newud. wetme pîd nexoş bî û mird. ye’nî nexoş bî û mird... xełas fire mepirs.

- bes dayg ’ednan wet pyawîg tir xoş twast û bawgid wepî zanist û tełaqî da.

- min çi wetme pîd? carêg tir eger pirsîd serit biřim.

le hemû şitê seyrtir ewe bû melîḧe deytiwanî legeł bawkîda bemcore pirsyarane bidwê... egerçî hemîşe heřeşey lê dekird û pêy dewt eger carêkî tir bipirsî ewa serî debřê... bełam her ewendey mepirse û bes... keçî hîçîşî lê nedekird...

bełam cige lew core pirsyarane... melîḧe ḧeqî qisekirdinî nebû... demî bo her şitê bikirdayetewe bêcge lem pirsyarane, ewa şeqa zilleyekî bawkî bêdengî dekird... lemeş seyrtir ewe bû bawejnekeyşî zor zor ḧezî bewe dekird melîḧe em pirsyarane le bawkî bipirsêt... bezerdexenewe seyrî gořankaryekanî demuçawî mêrdekey dekird ke çon le řûy em pirsyaraneda řengê dehênê û řengê debat û deşłejê... ḧezî bawejnekeyşî bo em pirsyarane way lê kirdibû lem řuwewe... tenya lem řuwewe melîḧe be piştî xoy bizanê bo ewey birînî mêrdekey bikulênêtewe û taney lê bidat... dûrîş nîye hoy bêdengî bawkî melîḧe le řûy em pirsyaraneyda ew hestey pê dabê ke jinekeyşî piştigîrî melîḧe bikat eger lêy bidat û ser kwêrî kat... bełam melîḧe derkî bem hêłe beyeka çuwaney nêwan bawkî û bawejnekey nedekird... eger řojêk le becêhênanî pêwîstîyekanî bawejnekey dwa kewtibaye, ewa her ewebû kewł nedekira... naçar debû be hawar kirdinewe xoy bixate kunce ḧesîrekey ew pîrêjne qełewey tenîştî małyanewe ke hemû kesê nawî «mîmî» yan lê nabû... penay debirde ber piştî û leber kuncekeyda depařayewe:

- mîmî mîmî bûme qurband bîla le piştidid xom bişarmew ta bawejnim nedwîndem, keftêse şwînim wedar dede lêm, serim şikan, nêzanim le kûre xom bişarmew biçme kûre?.?. mirdim řuḧim derçî...mîmî le tû zyatir kesim nîye... mîmmî mîmmî bûme qurband... piştid piştid... ha...haxoye... qapî yege wesan!?... darege ha le desî?... tû tû řwî bike pî bîla nedwîndem... nene xod kemî berz bike ta şewîyegem nedwînd...

temaşam ked?... cwawim mede... mîmî xwên fire leserim têde xwar. çawim nêd wînd... tirsim we desim çawim bisiřim...mîmî wesyayes? temaşay ey la ew laked... çîye mał dayg ’ednan?.

- ne çîye mał xodan.

mîmî, eger biłêm le hemû dunyada şitê nebû diłî xoş kat cige le melîḧe, ewa wa dezanim mubaleẍem nekirduwe, mîmî hemîşe taqe kirasêkî kuderî leberda bû, piştî kirasekey diřîbû, çunke ewende melîḧe le pałîda xoy mat deda û degrya û ser û çawî tê hełdesawî... tenanet piştî mîmî cê çingekanî melîḧey pêwe dyar bû ke le tirsa xoy pêwe debestewe.

em pîrêjne temenî le şest sał zyatir bû... zor zor qełew, wirgî le pêşî xoyewe deřoyşit, le hawîn û zistanda lew kunceyda bû ke be destî xoy dirustî kirdibû.

zor bê perwa bû. nek tenya şermî nedekird bełku kesî be pyaw nedezanî! minałanî geřekî zor xoş dewîst û minałanîş ewyan xoş dewîst û řojanekeyan lay ew xerc dekird. minałan û herzekarekan pêyan řadebward û berdî zilyan dexsite ser keprekey û lekatî nûstinîda aẍze cigereyan dexsite gwêy û kaẍezyan lûl deda û le nêwan pencekanî pêyda deyansûtand... řadepeřî û bexeber dehatewe, wek ewey hîç şitêk nebûbê bêdeng debû, derbes nebû gilleyşî le kes nedekird, tiř û qiřqêne belayewe yek şit bû minałe herzekarekan lêy kodebûnewe û deyanut:

- mîmî era ewene qełewîd? qingid qełewe, guşt ḧuştir xwardîde?.

...............- - mîmî weřasî era ser nêwe sîd? ’ilmode bîde? era qijd fire cawane xistîdesey deşt?.

................- - ha ha ha... mîmî ey kepre îjîd qesir melk feysele....tû xuda ałiştî keydewwepî?

- ne wedes xom kirdime sey wextêk îwe gewra bûn řûłe era xodan qesir biken, ḧeqdan çes lemin û ke piregem?

- deruşî we diłxoşî besedî ser ne ne serim wexuda diłim we pîdan suzyed.

- ha ha ha y tû diłdiwe îme suzyed?.

- a... îwe cahił û cwanin... îse carî dunya nedîden, dunya nedyedeş ey qiseyle ked.

- ê tû çey? netřîgîd dengid bad û ne tisîgîd bûnd bad.

- ha ha ha... mîmî tiřîg bide eraman kemêk diłman xoş bike... mîmî ey zige çekeyde pî bêse dewł?.

minałekan hemû xwastekanyanî becê dehêna... ewende hełgijabûne ser cesteyewe leber demîşewe kirasekey diřa bû, ew xałe şîne kutrawaney ser zigî û singî derkewtibû minałanîş pêyan dewt:

- mîmî dyare le wext xoy firî cwan bîdew ey xałeyle kûtanese ser sîngid...

- he... cwanî çes? řułe wekar nêtyed...

- ha ha ha... diłîşî xoşe... dyare fire cwan bîye weha bas xałeganî ked... bêse feylesuf. wełła bawe nesîḧetîşman ked...

le hawînanîşda xoy teř dekird û emanîş lêyan depirsî:

- mîmî era ewene xod teř keyd? germe?.

- řułe era le aw ełwen xom meḧrûm bikem? beyanî dû beyanî mirim û xeneme naw çał... ḧesret kîşim era qetreyîg aw.

lenaw hemû minał û herzekaranda tenya melîḧe gałtey be mîmî nedekird û be corêkî tir řeftarî legeł dekird û řêzî lê degirt, eşê berjewendîşî lem kateda dewrî xoy bo herdûla bînîbê û hemîşe mîmî penay melîḧe bû û pêy dewt:

- herke twast bidede lîd bew piştim bigir û ḧeqid newud.

- mîmî duyaxir zand le piştid xom şardime sew.

bem çeşne mîmî qełay melîḧe bû ta ew řoje şûmey bawe jinekey pêy wit:

- «dwêtim» melîḧe pêxefegeman ḧazir bike, beyaney dû beyanî mał biragem têne xwazwenîd û deynede «ḧisîn» we biragem...

le rastîda melîḧe tê nedegeyşit, le dû şit negeyşit.

yekemyan: bo yekem car le bawejnekey wişey «dwêtim» debîstê.

duwemîş: meseley xwazbênî... her be eqłe minałanekey xoyewe bo ewey le nihênî em dû wişeye bigat penay birde ber mîmî û pêy wit:

- mîmî... mîmî bûme qurband... mîmî mîmî... îmřu îmřu çe çe... bawejnim wete pîm «dwêtim» înca wete pîm bîxefegan der bike sûd sû mał biragem têne xwazwenîd...

xwazwenî ye’nî çe?

- ye’nî şwî keyd.

- ye’nî çe mîmî?

- nazanim... řûłe tû carî miłałîd ewane gwê we řuḧ xawenyan twan bidenede ḧuse qeçaẍçî. ey kare xudaş qebûłî nêked bes dunya newe ḧez minew newe ḧez tine ey seg bawge we ’umir babade.

- axir era kûre heřa bikem xuda le kûres ta biçme lay? tû carî eram peyay bike... le kûre xom bişarmew? biçme pişt tenwîregeman ya biçme naw kulanege?

- he he ferqî nîye le desdigrin û xenede naw tenwîr.

- çe mîmî suzninem?

- beyanî dû beyanî kirasîg çermî erad têrin û xine le des û pad girin û benedu çîd.

- era kûre? mał biragey? era fire ḧez le lî yan kirdime?

wextîg çawim we ḧuske kefd le sêwłegey tirsim... le çawe zeqeganî... ewene pîse digane řeşeganî îjîd qîrin qîr çe bikem? mîmî ’ezîzegem? carîk hate małman bawe jinim û bawgim çîbîne mîwanî... le qapîda û minîş weban řûy xom qapîyege kirdimew hate mał û temaşay ey law ew lay kird û wet:

- bawgid çêse kûre?

minîş cwawî dam û witim:

- xoy û daye çîne se eray mîwanî.

dwînim çîye lay qapîyege û kilîlî da û hate lam, hem xasî bê min lelay parçînege wesyabîm, twast bigirdem û des eram dirîj biked, min zwî deqłe dam û nêzanim çwîn řesîme ban û kefte şwênim, minîş hem xas bî dîwaregey beyn małman û mał dayg miçe fire nizim bî, zwî bazim dam û çîme banegeyan.

- kefte şwînd?

- a mîmî.

- ê?

- heřeşe le lîm kird, minîş dam le qapî û hawar kirdim û dayg miçe nehat qapîyege bikede û minîş dełe kîg dam û pam biřyaw keftime xwar.

- des û pad neşkya?

- le pirûk çîm... hawar kirdim way daye bûme qurband... le kurwen?

biře sine dadim.

- ê...

- miçe...

- çekird?

- kefte şwênim...twast... twast... wetme pê çetway? miçeş wete pîm:

- sałîge, çaweřîy firsetîg weha kem.

minîş hawar kirdim. xinkyam twastim qîje bidem bes miçe wete pîm:

- eye çenîge ey derde le diłim mayes, a daygeged, we şew ley bane exeftim û fikirim her lelay bî, bes her çekirdim nekefte desim. mirazim îse ḧasił bî, eger qîje bidey îjme bawgid xoy hatye û ewîş wek kawiř serd biřd.

înca wit: memgid fire cwane... şew û řoj fikir lelîdkem. minîş her hawar ekirdim.

- daye... mîmî.?...

miçeş ewt: hiş ḧeyay xod çid hawar neke wemin çe?

çaweganim kûr bîn, huş nema leserim le dereqetî nayem xuda çe bikem?

her ewt: hawar meke, dengid na řesd lay xudaş... era daygid fire letû xastir bî? xodîş wek daygidîd we ew neřesîm bes tû dî wetû řesîm mirazegem ḧasił bê ḧeq xom le daygid nesendim.

înca qîjedam û twast kut kutim biked, fire łałkyame pê her wetim:

- yewaş...ne û nekey miçe nekey, tû îmam ’ebas, tû xidir zinde, tû bawe meḧmîd, tû îmamegan.

mîmî, bume qurband... kes neřesîye dadim, heta tûş nejneftîd neresîde dadim.

era nejneftîd? dem û çawim kut kutkird.

le gêřanewey em řûdaweda bo mîmî řuxsarî û leşî wa gořa û delerzî her wek ew sate ke le jûrekey «miçe»da bê, dawên pîsî miçe abřiwî bird û lenaw ḧezêkî çend sałeyda kiłołkird... ke hate ser dwa wişey be corê řaçełekî her wek ewey le jêr destî miçeda delerzîyewe ke bê bezeyîyane tekanî lê deda... legeł dwa wişeyda hawarê le demî derpeřî heta mîmîşî řaçełekand. mîmîş zor be hêmnîyewe gwêy lê degirt û legeł qisekanî bo çil sał le mewberî temenî xoy degeřayewe, henase biřkêy «melîḧe» weku qulab serincî yadekanî mîmîy pelkêş kirde naw dukanî fetaḧe wirg zilî qesab ke çend çeqoyekî denaye ber piştiwênekeyewe û biřbinêkîşî beznicîrêkewe hełwasîbû, be piştiwênekeyda.

wişekanî mîmîy birde dukanekey fetaḧî qesab ke hezar diro û delesey bo kirdibû ta kêşaye naw dukaneke û birdîye piştî perdekeyewe katê ke be hawarê le qisekanî buwewe mîmîş, her heman hawarî êşî kiçênîyekey legeł hawarî melîḧeda têkeł kird... dû hawar: yekêkyan temenî çil sał debêt û yekêkî tiryan çil řoj kemtir, bo yek şit û yek mebestî kirawe keçî paş em mawe kurt û dirêje yekyan girt û bûne taqe hawřê...

deşê řojê hemû ew hawaraney afretaney mîmî û melîḧe asakan le yek kat û şwênda bibête dengî mirovayetî û xwastî afret û le řûy zułim bwestê. wîjdan û keramet û şerefî miçe û fetaḧ qesab asakan bilerzênê û weku hewre tirîşqe le satê kemtirda byankate xołemêş.

melîḧe emcar be corêkî tir û be awazêkî tirewe legeł mîmêda kewte qisekirdin û basî ewey bo kird ke paş ew řoje ne beşew ne be řoj natwanê bixewê, heta hate ser ewey ke řenge tenya miçe bitwanê paş em tawaney çarî bikat û bîxwazêt keçî ewende be kiłołîyewe bo mîmî gêřayewe ke çon miçe dergay lê degirt û pêy dewt:

- carêg tir bayde ey małe herdû pad biřim. herdû çawid derkem û biçû û......we her kure çîd biçû.

- axir nêzanim biçim era kûre? nêzanim çe têde serim.

- biçû çebûd bîla bûd... we her kûre çîd biçû ḧeyay xod çid. îse ’ałem îjin dwêt ’azew çwîn çide małîg kuř ’azew lenawî bûd biçû... biçû.

mîmî legeł em qisaney melîḧeda berew heman dinyay dest le řûnan deçû û heman derkirdinî fetaḧe qesabî kewte yad ke çil sał ber le êsta mîmî behenase swaryewe be fetaḧî qesabî dewt:

- ha fetaḧ era kûre biçim?

- ḧeqim çes.

- biçme kure?

- hiş... qise nekey... min qesawim, ser manga biřim... ser bizin û kawiř biřim û... giřûj ser sed manga û bizin biřim... tûş bîxawenîd... ha... îse çequwegem tîj kem û serd biřim... eger qise bikeyd... min derwen nêwim wextîg ser eyane biřim înca ser tû biřim...

eger qise bikeyd xod zanîd lay mał û minał û jinegem xesu û yiranim hîç ey base nekeyd... ha... famistî?

- ê biçme kûre? era kûre serim hełbigrim?

- era gûre serd hełgirîd heł bigir. bes dî leyew duya nizîkim newîd... ḧeyam newey lenaw qesawegan...

- çe bikem ? eger minłałim bî? ḧeyam birdî biçme kûre?

- miłałd bûd nêwid we cîř û ceḧenem... biçû keprîg şwînîg bidwîne û era xod û zułeged. biçûdî eger fire qise bikeyd dî çeqogem ḧazirkem.

- axir fetaḧ biçme kûre?

- hełsyam erad, eye çeqoges, bew bewe nizîkim... bew yałła... dey... bew meçuwe lay dîwarege xod neşarîdew... ne xod le kûre şardîd, le desim dernêçîd... bew... bew...

bew...

- ne... ne... ne... bûme qurband...çim...çim... çim ser xom hełgirim û çebûd bîla bûd...çim... çim...bes serim newř.

- ne. ’înadî key... îlla gereg serd wey çequwe tîje bûřim...

- ne... ne... ne... n. h.

- hawar neke... we xodew weřasî wetme pîd xwazmed.

- ne ne... çequwege dwîr bixe le milim... çim... çim çe bûd bîla bûd.

- qesem bixo.

- we... we... weqewr dayg û bawgim.

- gwî we řûḧ dayg û bawgid yaru tupîne û hîştine sed û bîde se beła weban serim. bîde setewq... îse serd biřim û le desd qurtar bûm.

- ne...ne... çimew... bese, bes. ne, xuda dîrim... dî mitmane we kesîş nêkem çebûd bîla bûd... çe bûd, bîla bûd. na. na...

mîmî lem kateda hawarêkî kird ke sereřay ewey çil sał beser ew hawareda têpeřîwe ke le tirsî çeqokey fetaḧî qesab û ḧeyay xoy kirdî, melîḧe lem hawar û bîkirdinewey mîmîye nedegeyşit û be corêkî tir lêkî dedayewe, boye leser yek û be pele witî:

- mîmî mîmî... çede?... çede hawar keyd?... tûş ḧeyam beyd... îse ’ałem îjin eyane çeyane gîrin û hawar ken.

- ihî ihî - mîmî... mîmî... piştim wetû qaym bî çehate serd şît bîde?.

- ihî. ihî.

- mîmê. mîmî kemî dengid nizim bige... çede mîmî? ha...! bexte řeşegey min tûş hawirde cwaw?... tûş şîtkird? çede mîmî? hay xuda biçme kûre?

- dayg mîmî, bawig mîmî... kese yilegem... çîde kûre?... çeyjin bîla bîjin...

îjin... hay hay...

- çwîn mîmî?

- dayg mîmî... xom çared kem biçîde kûre? bikefîde jîr des gurgîg tir, faydey nîye,, biçuwe lay ame řeş û bangî bike aram... biçû biçřey eram.

- çe bîjme pî? ḧeyam çid.

- ḧeqid newud, biçû biçřey... bîje pî mîmî twaded.

- le řwîm nêtyed... şerim kem... ’eybim têd... nêtwanim.

- bîje mîmî twa ded ’înadî meke.

melîḧey cwan û kiłoł şermî dekird biçêtey lay amey dayenim. naçar bû bemnî wit... min hîç tê negeyştim mebestî çîye bełam be emanetewe qisekem geyande ame «ewîş her ewende bû witim: mîmî bangid ked...twaded... karî we pîd hes... gereg lewer xatir melîḧe biçîd...» ḧasey deyemî ame kewte kar, yekser zanî mîmî boçî deyewê biçête lay, betaybetî îşekeyşî bo melîḧeye... ame herdû destî kêşa beser yekda û her ewendey le dem hate derî witî:

- hey melîḧe bedbext!... tûş?... hey axir şeř.

beher ḧał ame twanî pêş ewey melîḧe biden be şû beyek dû řojî «sa beher corê bê» çarey melîḧe bikat.

melîḧe dira be «ḧuseyn» û kewte ber bezeyî nînok û pence û simêłe zilekey «ḧusên» û gwêzrayewe bo ew ber, ew berîş be manayekewe «ewber bû» ew yek dû dar xurma biřawaney kirabûn be pird zorbey dar xurmakanî pişt «kordere» yan biřîyewe û le tenîştî yektirîda řîzyan kirdin û pirdêkî qaymtiryan dirust kird îtir be xwastî «ḧuseyn» nek her tenya qaçaxçêyekan hat û çoy ew beryan dekird, tenanet miçeş deçuwe lay melîḧe... bełam ne hawar û ne çirnok girtin... ne qîje û ne pařanewe... bełku parçe meřmeřêkî gyan leber benawî melîḧe... ke hergîz melîḧekey caran nebû lewîş nedeçû, arezûy pyawekanî hełdemjî û ḧuseynîş nirxî azar û kiłołî melîḧey le gîrfane pîsekanî xoy dena. her katêkîş ke miçe beser pirdekeda degeřayewe hezar serzenişt û tobey dekird û gelê car bedengêkî berz betaybetî ew kataney ḧuseyn le małekey melîḧeda ’areqî bedû qîmet pê defroştin û miçeş zorî dexwardewe û leser pirdeke deyneřand.

- miçe seg bawig... le cyatî ewe darçîn bikutî bîde dełak ḧemam... era newîde şuyî melîḧe? le batî ewe kîsey ḧemam girdîde des û pişt qeçaẍ çîyekan sawîd, le cyatî ew peştemałeke we xod pîçîdey... le cyatî... le cyatî... era melîḧe nexwazîd?

em qise beyeka çû û serxoşaney miçe řengîşe xoy lêy negeyştibê... bełam be çakî le şitê degeyşit û azarêkî gewrey deda û debuwe motekey ser singî...

ewîş ewe bû ke melîḧe be hîç corê hîç qiseyekî legeł nedekird û her tenya be «neferî» dezanî û hîçî tir!!.

tenya mîmî û ame... ke pirdekey ew ber kordere deřuxa û ta beledîye pirdêkî qaym tirî dirust dekird bo hatuço kirdinî melîḧe yadî melîḧeyan dekird û sed tif û hezar le’netyan le ḧuseyn û miçe û beledye dekird deyanut:

- koprî kordere ey careş řimya, nêzamim çwîn pişt û gyan melîḧe bedbext neřmya?!

***

zistanêkî sext, ba û baranêkî bê aman, wek ewey hemû sermay ew werze lew şeweda ko bûbêtewe ke derga textekey małî miçe neydetwanî bergirî em ba û barane bikat... carî carê ba û baran le dirzî dergakewe xoy dekird be jûrda û hendê car giřî çira kizekey dekujandewe, dengî nałey pîre mêrdî wek qamîşî wişk têkeł be hajey bayeke debû, miçe bedyar bawkîyewe danîştibû «sereřay ewey panze sał zyatir bû em řûdawe řûy dabû keçî ta ew kateş le bîr û ’eqłî miçeda nexşî girtibû û hemîşe leber çawî bû... tenanet ke dest dirêjî kirde ser melîḧe wesyetekey bawkî le mêşkîda deziringayewe» wirde wirde firmêskî bêdengî têkeł be nałekey bawkî dekird û le astî ew dîmeneda desewsan be kiłołyewe danîştibû, cige le giryan û xo xwardinewe hîçî le dest nedehat û bew peřî gwê řayełîyewe gwêy bo qisekanî bawkî hełdexist.

- kuřim wesyetekem lebîr neken, le kes metirse, diłit her şitêkî wîst bîke, bîke û metirse... megrî... mafî xot bedestî xot wergire, herkesê te’eday lê kirdî qebûłî meke... herçî debê ba bibê. diłit qaym bê hîç kesê şaystey řeḧim nîye... kafirin... kafirin... min xom dezanim eger bikewîte ber destyan çît beser dehênin.

- ne... bawe ne qar mexo, bûme qurband... we cî nehîłem, tenyam.

kuřim debê biřom, lenaw çewanim nûsrawe... bem derd û meynetîyewe deçme naw qebir...

sînem bwete qase û piře le derd... kuřim to carê miłałîd natwanîd le siřegan qasey sîngim bifamîd... xozge êsta debûyte masîyekî biçkole û deçûyte naw zelkawekanî mêşkim ta bitzanyaye çî tyaye... çî bikem?... dewłemend nîm ta le sere merga dest bo jêr serînekem dirêj biken û kilîlî qaseke derken...qaseke kilîlekey lew kilîlane nîye, corêkî tire... to carê mindałî ezanim tê nageyt.

gelê car zimanî bawkî miçe tetełey dekird û hendê carîş bo çend satêk bêdeng debû... bawkî miçe zor bêkes bû. xełkî xaneqîn nebû... bê deretanî le nawçey şarezûrewe hêna bûy bo xaneqîn.

eger çî hemû îş û karî řojaney û nan peydakirdinî legeł xaneqînîyekanda bû bełam zorbey zorî temenî lenaw baẍekanda beser debird.

lew şewe sardeda her henasey sardî hełdekêşa û hendê qisey bê seruberî dekird û nawî ew toy le ziman dehate derê ke hergîz miçe ew core bas û nawaney le demî bawkêyewe nebîstibû... be taybetî ke be piçiř piçřî deyut:

- a a... na... na... be xwa bexwa...

çawekanî bawkî miçe ebłeq dewestan û seyrî binmîçekey dekird û bê ewey çaw bitrukênê ya hest bebûnî bikat ke le tenîştîyewe danîştuwe... berdewam deyut:

- a. şîrîn zor ḧezî lê dekirdim, herdûkman biřyarman da serî xoman hełgirîn...

tirs tirs kuştî îtir serî xomim hełgirt... a... hatme êrewe... a wetim bêkesim her şwanî dezanim... kesim nîye.

miçe legeł ewey minałêkî nefam bû, bełam lew a û nayey bawkî û lem wiřênaney têgeyşit ke bawkî awareye û le katî xoyda jinêkî hełgirtuwe û le řêda jinekey mirduwe, inca hatuwete êre... miçe ewene bewridyewe gwêy girtibû le hemû wişe beyeka çuwekanî bawkî wird debuwewe:

îtir bawkî miçe... kut û piř wek biłêy nihênîyekî gewrey dirkandibê we agahatewe û seyrêkî miçey kirdu witî:

- řołe.?. destit bêne û bîxere ser singim... debê zor şit bizanît... zor zor...

kuřim min tewaw ewa demirim... le bîrit neçê gewre bûyt be destî xot heqî xot wergirî... hemûyan pelkêş bike... pyawetîyan la nemawe... le xwa natirsin... pyaw nabê bigrît... giryan bo pyaw nehatuwe... were nizîkmewe... qeynake leberdem min bigrît nekey bitirsît.

miçe her degrya û naw benaw deyut:

- kî dişdaşe eram bisînd? kî bo deme bawe meḧmîd era ’eyd?.

- xwa kerîme, řołe megrî, dezanim lem serîne pîse û em jûre bo gene bewlawe hîçit bo becê nahêłim. çawim buwete asman û firmêsk debarênêtewe ser em serîne tînuwe. řołe eme çend sałe em serîne her azar û xemim hełdemjî û firmêsk le çawim debarênêtewe ser xoyewe keçî têr nabê... kuřim megrî ’ezabim mede, çaktir çawekanim kwêr bûn, to û em dinyaye nabînim... ax û dax... zor çaktir kewa kwêr bûm, kuřim emşew be çakî seyrim ke, pêyekanim zor pîsin... bûnete qamîş, bonî mîz kasî kirdûm, kuřim dûr kewe lêm ba bonî mîz û bogenîm kwêrit nekat... nene were lay destî řastim ewende tełaşedarî tê çeqîwe bote dar... nene xot dûr gire destim buwete dar û ezyetit dedat... baẍewan bûm a řołe baẍewan bûm... ewende danewîmewe piştim qembûr bû... ewende çawim şoř kirdewe ta «oxey» çawekanîşim kwêr bûn, miçe kuřim çawekanit bikerewe seyrî dunya bike. seyrî asman bike bizane çêy beserman hênawe min bo řêgey heq deçim...

- ne bawe ne ne nemir...

- a řołe kes namênêt hemûman eme řêmane... hemû lem dunyayeda mîwanîn...bełam debê be destî xot mafî xot wergirît û bisenît... debînî êsta mîz dekem be xomda... min wa nebûm... kesê tir bûm... dwênê nemtiwanî pyałe çayeke û parçe naneke bo demî xom bibem... mêrûle berbûnete gyanim... genîwim řizam... nazanim eme çi řoḧêke...

řenge tołey şîrîn...

lepiř wek ewey awî sardî beserda biken nîwey nawekey şîrînî qûtda û bêdeng bû û gwêy hełxist ta bizanê kardanewey em nawe lelay miçe çon dekewêtewe... wirde wirde serma û baraneke tunditir debû, çend carê derga textekey degirt, miçeyş bedyar bawkîyewe dadenîşt ta bawkî wek ewey řayjenin çend carê lerzêkî qurs daydegirt û le cêy xoyewe hełbez û dabezî kird û dest û pêy dehawîşt ta dwa wişey demî be nîwe çiłî derbiřî û witî:

- ku... ř...m... ř...o...łe... m...m...m... çe...ew dase... ha... hawřêy te... temenim...

bû... eweta... le...le... jûr sermewe...he...hełwasrawe...to tołey xot... taney xot...

bew... bew... deme dase...bi şorewe...

miçe wiř bû, tif le demya wişk bû...sereřay ew baran û sermaye ta daygirt, hestî dekird xerîke bixinkê... deyzanî daykî wa le małî bawkî melîḧeye... êsta dêtewe, em hewałe deygeşênêtewe, wek biłêy le çingî motekeyekî qurs řizgar bê... pêkenîn denîşête ser lêwekanî... dezanê daykî ḧez bemirdinî bawkî dekat, eger çî lewetey bawkî lem sê sałeda lenaw cê kewtuwe û îflîc û kwêr buwe....daykî heta derbestî qisey xełkîş nayet û gelê şew her le małî bawkî melîḧeda demênêtewe.

miçe... doş dama... serî dinyay lê hate yek, neyzanî çî bikat, le tirsana qîjeyekî gelê gewrey le dem hate der... jûrekey cêhêşt çuwe dway daykya wek çaweřêy dekird daykî şepazlileyekî pyada... bezerde xeneyekewe wutê:

- alḧimd lile necatman bî....qurtar bîmin.

***

- miçe, ha eye dû ’ane biçû ciẍare eram bar, gişt carî ’înadî keyd û nêçîd...

fire teḧemuld kirdimes... bes tû îmřu eger neçîd şeqîg wepam dem lelîd...ta řesîde meydan xas...... ya bam wek temate biflîqnimed.

- nêçim.

- îjim...na nasîdem... eger şeq bidem dî kewn û ka’înat le jîr pam derd nêked...

yałla hełs gwî we qewr bawge qingidereged ’eceleme û le kar hatmew twam biçme mał kemîg israḧet bikem...

-..................

- miçe... era cwaw nêdey? taqetim nîye ser bineme serd duyaxir wek temate girmede desim û filîqnimed... famistî?

-..................

- miçe çewe tîd?...ha?.........nêçîd?.........nayjîde pîm kî xawende ?... kes?. he ’înadî keyd?. îse eger bikujmed kî dîrîd bade cwaw? kes, ’înadî mekew çaw qaymî meke, bes çawid nekeydew, bizan herdû çawud derkem, ha eye dû ’ane ges, bigir, ha bizan wek seg bawge qupyayegey çawî çenî qayme? bizan... têrdey xwar? erê kuřege tû era ewene çawid qayme? gewraw bîçgî nêzanîd?. kî fîkared biked? kes bawgid? he tupyas... daygid he... her leyraw lewras nêzanim çwîn pîne û peřû kedu dişdaşeyg erad sînd? dey biçû ciẍare eram bisîn... ey law ew la nekeyd... era ’eyd ne’lîg û dişdaşeyîg xet dar erad sînim... yałla dî qerz bawgid tiwayd ne’lîş ḧasił kirdîd... hey pa petî... mild bişkin bikefe řê.

-...............

- dey weqeder dû ’ane, bizane eger newetame pîd era ’eyd dişdaşe û ne’il erad sînim hey bawig le qing xwardî hełne’e syayid! ne’let lew bawge ke kuřîg çaw qaym wek tû hawirdêse dunya... kuř qeḧet bî...? ocaẍî kur byatad xas tir newî? he, diłîşî xoşe kuř hîştêse cî bûde qaymqam...!! yałła bîla mild neşkinim era temaşam keyd?

bem şêweye, paş mirdinî bawkî miçe beçend řojêk «řefey» bawkî melîḧey hawsêman em core cinêw qiseyey be miçe dekird. hemû řojê ke řefe le îş degeřayewe le batî ewey biçêtewe małî xoyan dehate małî miçe... miçe deyzanî û nedeyzanî boçî hemu řojêk ke řefe xoy le bazař degeřêtewe cigere legeł xoyda nahênê? gumanekey xoy beqed cinêwekanî řefe wek dû řegî jehrawî le diłîda berew xwar deçûn û řoj be řoj zyatir deçespan... serbarî emaneyş nek tenya jin û pyawekanî geřek bełku êsta beḧewt aw şordirawetewe legeł serdemî kiçênîda, nek her tenya eme bełku be tayefe... daykî miçe... nenkî miçe mîmkî miçe... her eme pîşeyan buwe û bem şêweye leser em hêłe řoyştûn. guman derûnî miçey kilor kirdibû... beqsey kes baweřî nedekird, çunke hemû řojê jinanî geřek ke debû be şeřyan qisey wayan beyektirî dewt hergîz lew qisane kemtir nebûn ke le demî gewre û biçûkî geřekî le barey řewştî daykî debîst, miçe deyzanî daykî şeřanîyew bê ḧeyaye, hîç afretê le řûyda natwanêt bikokêt... daykî miçe ke herdû qołî le ’ebakeyewe derdehêna û lepekanî destî řast û çep denaye ser yek û şate şatî ewtoy dekird, gewre û biçûkî geřek xoyan le zimanî daykî miçe deparast... boye miçe kemtir baweřî be qisey xełkî dekird û keçî řoj be řojîş şitî seyrî le řefe û daykî debînî ta řojê miçe dû’anekey le řefe wergirt wa xoy nwand ke bo cigere kiřîn deřwat û le penayekî ḧewşekeda xoy matda, řefe û daykî dergay jûrekeyan girt û miçe xoy le dergake nizîk kirdewe û le kunî dergakewe seyrî jûrekey kird.

zor şitî bînî û zorî tirîşî bîst... tê geyşit boçî hemû şewê her ser le êware bezor daykî pêy dełê binû û deyxewênî û xoyşî gwaye deçête ber derga û legeł jinekanda û leser kołanekanda dadenîştin... nexêr têgeyşit kewa řefey bawkî melîḧe çaweřêy daykî miçe dekat û bo kwêy debat û çon «kasbî» pêwe dekat...

řoj be řoj zyatir şitî tirî bo aşkira debû... miçe her sałê le temenî zyad kirdiba beqed jimarey řojekanî ew sałe řûdawî seyr seyrî debînê... paş yek dû sał jinekey řefe xoy betełaqdan da û serî xoy hełgirt û řoyşit... paş çend sałêkî tir małî miçe ser le beyanî hemû řojê cimey dehat. yek dû afretî cwan xoyan be’abawe depêçayewe û dehatne jurê û paş çend deqîqeyek řefeyş peyda debû leber qisey xełk xoy dwa dexist û daykî û afretekanî dî wepêş řefe dekewtin û řefeyş bedwayanewe ta swarî ’arebane debûn û deřoyştin.

miçe ta gewre bû hemû îşêkî dekird, her le şekerat firoştinewe ta şagirdî çayxane û ’arebaneçîyetî û fîterî... ta buwe natrî ḧemam û... qisekanî sere mergî bawkî le mêşkîda semay dekird. paş ewey «ew karey beser melîḧey kiçî řefey hêna» çuwe qebirsan û mijdey be qebrekey bawkî da û çend carê be dengî berz û leser yek deyut:

- a... bawe... bûme qurband... dî min bîme pyaw. xełas eye yek... bes daygim daygim... ’ecele meke... bawe řast keyd pyaw ḧeq xoy wedes xoy bisînd... řefe ewete pîm: wek temate filîqnimed... îmřo minîş memg dwêtegey filîqanim...we...we ḧeq xom sendim......ḧeq xom sendim.

miçe zor şitî la řûn buwewe, tenya şitê nebê ewîş çon ew bawke bestezmaney ew bawke pyawe û beřeḧim û xwanasey çon řazî buwe daykî bixiwazêt... hemîşe miçe bedway ew nihênîyeda degeřa... keçî ne deypirsî û ne le řûyşî dehat biłê fiłane kes daykime... řenge hîç kesê em nihênîyey nezanîba eger ame boy aşkira nekirdiba, ke pêy wit:

- miçe.?. bawgid pyaw xasîg bî... fire xas bî... bê kes bî... daygid fire xera û newî bełam xuda řefe kur biked. bawgid ẍerîb bî nedîde û nenas. le małegey ḧesen aẍa baẍewan bî... daygidîş hem le mał ḧesen aẍa kareker bî... ḧesen aẍa....wedaygid kird... duyaxir we zûr daney bawgid, bawgidîş ẍerîb bî fire etrisya...

îse newud... le şurte fire etrisya... ḧesen heřeşe lelî kird.

ew řojey em qiseyey le ame řeş bîst biřyarêkî seyrî da, hesanêkî çakî kiřî û hemû řojê dasekey bawkî tîj dekird.

***