7

From the Book:
Eɫwen
By:
Ahlam Mansour (1951-2013)
 35 minutes  1137 views

ame paş mergî se’dyey kiçî gořanêkî tewaw le jyanîda řûyda, lawaz û bê hêz bû. małekey ewendey tir perit û biław buwewe... ḧacî bîsmîllay mêrdîşî nexoş kewt û beçend řoj carêk le mał nedeçuwe derê, su’ade û wecîhe matemînî daygirtibûn û bergî řeşyan leber kirdibû û neyandewêra le mał biçne derê, xełkeke taneyan lê dedan û hezar qisey sûkyan be gwê dedan, boye le małê demanewe û car careş xizmetî ḧacîy bawkyan dekird.

ame małekey lê bibwe cehenem meger şewan bo xewtin řûy lê bikirdaye... her ke deçuwe małewe yekser ew satey dehatewe bîr ke nexoş û bê hêz bû beber çawîyewe giř û kiłpey se’dyey kiçî debînî. ewa hemû êwaranê ke dehatewe mał le heman şwên ke se’dye xoy tya sûtandibû dadenîşt heman giř û kiłpey debînî... bełam le derûnî xoyda û her henawî xoy desûtênê, boye ḧezî nedekird bigeřêtewe bo mał...

her be kołanekanda desûřayewe, lem mał bo ew mał û lem dukan bo ew dukan....zyatir tilyakî dekêşa, çaktir mest debû, zortir le çiłpawî kołanekanda dekewt emcare nek minałan, bełku efendî û pyawe gewrekanîş gałteyan pê dekird, wełamî hîç kesêkî nededayewe... gałtey bewan û bednya dekird. zorbey wextî lelay feyme kwêr debirde ser û legeł ewda le hemû te’zîyekanda amade debû...

feyme kwêr bêwe jinêkî cwan bû, kiçêkî cwanîşî hebû... mêrdekey tełaqî dabû...

beyanyan paqley defroşt û le te’zyeda degrya û bo mirdûy xełkî deylawandewe.

ameyş lew řojewey se’dyey kiçî sûta le hemû te’zîye yekda bedenge zor nasazekeyyewe debuwe yarîdederî feyme û korsekey. pêwendîyekî betînyan peyda bû.

«mece turşîçî» bemey dezanî deywîst beher corê bê feyme bixiwazê...hîç řêgayekî bo nebû cige le řêy amewe em mebestey bênête dî...

«mece turşîçî» kabrayekî kelle zil û wirg estûr û lut pan û çwar şane bû, dişdaşeyekî qaweyî û kiławêkî sipî û cûtê ne’lî îsfencî û piştiwênî le jêr wirgîda be tundî deybest, le her çwar werzekeda bem şêweye debînra...le xanûyekî biçkoleda ke piř bû le kûpey şîn û sewz, beřîz dayna bûn dejya....

jinekey nawî gurcî bû kiçe cûleke bû û em kirdibûy be îslam...ewîş weku em qełew bû... hendê car eger kirasê sewz ya şînî leber bikirdaye û kesêk biçwayete małyan bo tûrşî kiřîn. gûrcêye le beynî kûpekanda win debû û bezeḧmet lêyan cya dekirayewe... beyanyan 200 - 300 hêlkey bo mecey mêrdî dekułand û emîş deynaye ser ’arebane û ew bazařey dehênaye zelzele û, be dengêkî zor berz hawarî dekird:

- xaye ho...xaye ho... ho xaye, ho xaye.

paşan deçuwe ber mektebî kiçan ewende agay le kat bû eger feřaşeke dwa kewtiba le zeng lêdan ewa leser yek hawarî dekird:

- xaye yumurte. xaye . yumurte.

îtir qutabî û mamosta û feřaş û beřêweber deyanzanî katî zenge. êwaranîş her leser heman ’arebane emcareyan be kołanekanda desûřayewe û tûrşî defroşt... le dûrîy de metrewe le tarîke şewda hemû kes be bonî pyaz û bîbere û ’areq deyzanî ewey ke dê meceye... ewendey bonî pyaz û beharat û bîber beqed cesteyewe likabû, herçî awî ełwen hebû lêy nedekirdewe...xełkekeyş qewanêkyan bo dûbare dekirdewe... kewtibuwe gumanewe neydezanî řaste ya diroy legeł deken. ke hemû beyanêk her care û zelamê pêy dewt:

- xało... beyanyan xaye firuşîd, îwaranîş turşî... şewîş paregey deyde ’ereq.

- we tû çe era şeř fiřuşîde pîm? era têyde xiř dewrim? çetwayd le lîm ser neyde serim? xaye nêsînî qise meke...hey ḧîz û diz, hey surtig waz le lîm barin!!.

- ha... ey dwêke şew le meyxane tamał hawird ned, fire fûl ser xoş bîbîd bes bizan kî hawirdede mał?

- carêk tir eger serxoş bîm newereme mał.

- xo dwêke şew lenaw ’ałem alle wepen bîd.

- era?

- dwêke şew eger min newya tam wek şew çwar şemme lûtî yegan. we pelekîş kirdin lenaw syane ewrdinede mał û ’ałem ḧeşamet bî û giştyan we pîd xenistin...era gurcîye qełew bîjim dayg minałgan newete pîd? gunaḧe dyare nêw yird we gełd «if» biked xuda me’înî bûd, çûyn tû teḧemûl kirdîye?

- bîje pîm çwîn ew şewe birdine seme mał?

- he...lutîyegan wefîk û huř û çepłe řîzan xistine de ban zewî her le mayxanewe ta mał pelekîşd kirdin û lenaw syaneş cemedanî yeged girdin û besaney we herdû desed... kiławegedîş dizîn, nazanim le kure fiřey dan we çepłeřîzan.... we gûranî çiřîn «qiz bûyane dwênder menî... qiz oyane doynder menî saẍ yanmide yare war tebîbe gonder menî» û fîk û hoř lenaw syane meḧele we meḧele ekêşaned û, hawsagan giştyan lebanewe temaşad ekirdin û exenistine pîd...

- xas era min wefkirim nayed? bawe bîleman dirû keyd... he ey ’ałeme giştî qeşmerî wexudaş ken, ey zemane! bijnef ey law ew la meke. birsîde bixo û diłim kuna kuna meke û neyerey fikirim... her ke twastîd xaye bixoy...bew lefegey xod we bełaş buwe, bes tane le lîm mede... min diłim fire zamdare tûş têyd û qisegand keyde xwa axir xuda qebûł nêked!.

- nêxom wur sî nîm.

- ye’nî qeşmer bîm lenaw ’ałem.

- era tû le îmřuwewe qeşmer bîde?.

îtir hemû beyanyek zû, «mece turşîçî» zelamêkî awha dehate gyanî, gelê car debuwe şeř û herayan... hemû řojê gwêy lem qewane debû lew řojewe feyme kwêr tełaq dirabû, em ewende derbestî kasbîyekey nedehat, bew nawaneda desûřayewe ke te’zyeyan lêye... ya řastitir be dway ame û feymeda desuřayewe... herke amey debînî emîş hemû řojê qewanêkî dûbare dekirdewe û be pařanewewe deyut:

- ame bûme qurband...feyme era řazî nêkeyd şwî bikede pîm?

ameyş heman qewanî řojaney bo dûbare dekirdewe û car carêkîş lêy tûře debû...

- axir mece tû we çwar kuřî ’azew dwête gewraged daydese şwî biřêg miłałî dîrîd.

- ame... axir tû xas zanîd feyme çi dengî dîrd... ax! «lêwî xoy degest» dengî çenî xoşe ey mał xirawe. eger bixiwazmey û guranî eram biçiřd....!! ûf .

if...!! minîş dî era qeşmer bûm lenaw ’ałem... era....? era? nayjîde pîm? ew wexte le mał nîşim û ’ereqegem xom wu... of... ewîş bîla guranî aram biçiřd!!!.

- ’imir nemînd... hey axir şer bîj le meḧelege tyatruxane neyd... he. wełła biragem...

min ey kare nêkem xas gûş lemin bitekin...eweł car min mał kes kawił nêkem eye yek... dû xod çend car we tîde sepî û, ewîş siktird kirdîye...biragem mece...

gurcî dayg miłałegande... jin xasîge, wey ’umre hey axir şeř tû we jin xwazîn çe? era nêzanîd xoy şwî yegey tełaq da, le hwîrd neçd... xawen doyte û ’umerî naye seban doytegey.

- ê xom we îwetî kem... ame tû xuda, eger neçîde lay û bîjîde pî... ’ereq terk kem... min we ’enqest qurinicg le ey û ew girim... îjim ئێە beşkem le jinegan ḧeswîdî biked û qebuł biked şwî bikede pîm...

- xas mece kupe... tû ’aşiqî kurey bîde?.

- ax ame, denge xoşegey małim wîran kirdîye.

- key dengî jineftî?.

- le te’zîye elawand... le swîrîş çeqwane û hełhełe eda lelî û guranî eçřî...

le swîregey... nazim... min le jine gupegem çe famistime? xû feymeş kure! bes dengî of dengî... dengî mînde deng wiḧîde xilîl of suzyame... bîmese eray we zuxał.

- axrî... çetway hatîde selam?.

- ame tû ’aşiqibazî nekirdîdes ta îse? ta îse kes xoş netwastîde?

...............- - ha era cwad nêdey?

- çe bîjim fikirim lelad newî.

- ey le kûre bî?

- ha...? hîç....nêwid.

- çede we gel xod qise geyd? şît bîde?

- ne nêpû řyed.

- era meger xuda newetî yes pyaw ḧeqî hes çwar jin bixiwazd? çîme lay mela şewket, seg bawge qawim da wet:

- biçû...biçû... hey ’ereq xor nizîkim nekefîd! xod keyde musłiman... xod keyde hawiłf ’ałem?

- muła era çeye?... xoy eger řazî newud...bîs muła îqna’î nêked mece ’ezîzegem nêpuřyed... famistî?.

- ame bûme qurband bipurney eram wełła îse kefme ban kalûşeged!.

- gîr sitin û mîristin fayde nêked, řastî û pakî min diłim suzyede pîd bes min diłim wejnegedîş suzyed... axir le des min çehes?.

- axir çwîn ley ’ezawe bimînim lenaw ’ałem qeşmer bîme?!.

- û hû...’ałem... ’ałem... çebî ’ałem?...tû qeşmer bîde... min qeşmer bîme...

řemezan qeşmer bîye û... fiłan qeşmer bîye... bîje pîm kî qeşmer newîye?

dewłemendegan newun... yarû jîr qingyan piře le pare... yarû sernigyageyan piře le lîre!!.

- ame wextî nîye ey êwareye biçwe lay û bîje pî mece le qar tû ’ereq xod. we enqest qurinicg le jinegan gird.

- wełła nêçim... řase qar xom arad...bes nêçim...zûr we pîm meke.

- le diłd têd awha bidwînîdem??.

- ne bes çare çes? min mał kes û yiran nêkem.

- ey xom wîran kirdime xase?.

- a...

- îjd a...çwîn le diłditêd?

- xod wîran bûyd, řast keyd, bes małeged wîran nêwid...

- ey îse wîran newîye?.

- ne... eger bixiwazîdey wîran tir bûd.

- ame řuḧim wîran bîye... huşim wîran bîye...diłim wîran bîye... hay xuda ey jine le kûre eram nardîde sew nayjîde pîm?

mece tûrşîçî be corê destî berizdekirdewe û firmêskî germ be çawanya dehate xwarê, berdî dekirde aw çawekanî sûr debûnewe û bedest eykêşa beser ejnoy xoyda û leser yek deyut:

- xuda...xuda....xuda...ame...ey jine ẍezewe, xuda řewaney kird yes eram...

- era xuda her ẍezew řewane ked? xuda řeḧmetîş řewaneked!

- le kûre bizanim waranîg nêwarinde ser dił û serim taku îsraḧet bikem û diłim fênk bûd.

- îsraḧet...he...mece îme le qewrîş îsraḧet nêkeymin.

- çare nîye... ye’nî lew dunyayeş nêxwazmey?.

- ne.

- era?.

- çunke çîde ceḧenim.

- ye’nî lewraş weranwerd girim.

- ne, lewra lenaw agir suzyey...agir ’eşq ey dunyaye le fikird çid.

- rujîg têde serim û çim ta lay «bawe gezî» û xom fiře deme naw ełwen bîla bixinkyem. ley ’ezawe qurtar bûm.

- çe? xod xeyde naw bawegezî?.

- zanim îse îjîd hem nawid kefde dem ’ałem û bûyde cacg nerme!!. kure bîla bûme ḧełwa... bîla bûme tûrşî... dway ewe ke mirim û xom fiře deme naw aw ełwen, bîla le bawegezî «qû le yibanî» bixodem... qwîtim bided we cîr û ceḧenim... îmsał mał «k» efendî bîla ser dû mangake newiřn û bîla nexeney bawegezî... bîla beşî bikene ban feqîregan!!

- we gûrey fikir tû bûd gereg giştiman xoman fiře bideyne naw ełwen!!.

- ê çe bikem? . heta mirdin min řujî butłîg ’ereq xom eye xase? ey ḧałe xase diłim bêse kewaw?!.

- bîla bûde tikeş.

- ha ame dyare wirisgide nan nexwardîde?

- ne.

- ame eye çede diłd fire bî řeḧme çe hatêse ban serd fire dałẍe deydilelî ley řojîle le zwan min nêfamîd û qeşmerî nêkem çareyg eram peya bike!

- ye’nî îse tiwayd biçme lay û bîjme pî?

- xozg, bûme qurband ame... xom... małim... miłałim... ’erebanegem, kupe tûrşîyeganim... mamreganim xayeganim... a řuḧim we qurband bûd... ditû... îse biçû beşkem eye xudas îse řeḧmîg naye naw diłî û qebûł kird şerit bûd şewî erad bisînim.

- şewî era çeme ?...bes min zanim nêpuřyed... ha eha... ewe çîm... binîşe xêr.

- xuda weld... pêẍember weld... dîn û îmam û xaye... xaye...!!!.

be umêdewe lew nawe řadewesta... destî leser diłî da’ena... zimanî le dema nedema...

neydetwanî biłê:

- xaye... xaye.

hîçî pê nekira û çawekanî debřîyewe hengawekanî ame... way dezanî hengawekanî qulabe û le diłêda gîr buwe, wurde wurde be xoy ’arebanekeyewe dekewte dway... lew kateda eger kesêkî nasyawî bidîbaye, decar zyatir le ber xoyewe deyut:

- xaye, xaye.

newek zimanî bitrazê û hawar bikat.

- feyme, feyme feyme.

ew car ke xoy řadehêna, be nizmîyekewe tenya carê deyut:

- xa...ye.

serî şoř dekird de ḧepesta... way dezanî êsta hemû dunya gewre û biçûkî geřek dezanin ke ḧezî le feymeye û bo lay feyme hatuwe... hengawekanî cwan leser erzeke nedewesta... destî hêzî têda nedema... pał be ’erebanekeyewe binê... herkesê mecey bem şêweye bîdîbaye way dezanî hêşta ’areqeke berî nedawe û be serxoşyan dezanî.

mece le meyxanekanda be tenya dadenîşt... ke ’areqekey têdekird, yeke perdaxî hełdegirt, deyut:

- eye le çaw denge xoşegey feyme.

perdaẍî duwem û sêyem bem şêweye bû.

- eye le çaw dwêtegey... «bûme qurban xoy û daygî».

- eye le çaw şewîye çermîyegey «bûme qurbanî... hezar car xom û ’erebane û tûrşî û xaye û gurcî kor û... hezar car...»...«bume qurband feyme... ’ezîzegem...

feyme... řuḧe... řewanegem...feyme xatûn... bûme qurban kewşe ged gwî we řuḧ bawig mirdîye pîseged çwîn doytîg era min xistîye»? ’ezîzegem xas kirdî tełaq sendî.

mece hemîşe kîseyekî naylonî legeł xoyda hełdegirt û piřî dekird le tûrşî û deykirde meze... îtir hemû şewê ta qape ’areqekey tewaw dekird «feyme» leser zimanî nedekewt... înca ke hełdesta bigeřête małewe, bedem řoyştinewe û be tenya legeł feymeda dedwa, her kesê gwêy lê řagirtiba way dezanî feymey legeł daye... ewende wiřêney dekird û bedem le tirdanewe dedwa, wişekan be tewawî le demî nedehatne derê...

«fe...y...me...xas...ka...m... seg bawig ’ezyetid ded... serî biřim we çeqû...we qewr ey bawge ’ezîzem... we qewr ew dayge cwanemergem we qewr gişt îmamegan kûşmey... feyme şewî tway we ban... ey çawe řasem... feymekewş tway we... we ban ey sere... feyme qesir tway... feyme... pas qemere... tway... feyme cennet tway... we ban ey diłe ’aşiqem... we ban... we ban... feyme tway... bûme qurband» . bedem feyme feyme witnewe şelatî û lotîyekan gałteyan pî dekird û dekewt û lenaw ew quř û çiłpaweda degewza... zor carîş le berebeyanda xoy dedî wa leber małî feymeda kewtuwe...

beşermewe hełdesa... îtir her çi řiq û tûřeyî û nuşsitî ew şewey hebû, be gurcî jinî deřişt, meger her xwa bizanê deykirde çi ferteneyek... paş hemû şeřêkîş le penayekda dadenîşt û degrya... eger zor bigryaye, ewa bem şêweye destî be wiřêne dekird.

«feyme... gwî we qewr bawgid... gwî we qewr bawig xomîş, era şîtim kirdîd?... xuda ey ’ezawe takey?... ey seg bawig bikuj...».

le layekî tirîşewe ame deçuwe lay feyme... zor carîş leberdem balû’eke û le tenîşt cil şordinekey dadenîşt... yekser feyme dekewte pêş amewe û pêy dewt:

- zanim era çe hatîde? bîje pî lew dunyaş çawim we çawî nêkefd.

- dwête ley kelpel şurdine û baqle firuştine qurtar bûyd!!...doyte çe bikem minîş ḧayr mames le beyn herdû gidan û zanim nêpuřyed bes çe bikem? ew têde lam û gîrdu kefde ban des û pam û tûş kifir kem lelad eger nawî barim... çebkem? çebîjme pî?

- siktirî bike.

- weřast era şwî nêke yide pî?

- ay ame diłim piře û siř û tiřim nayjime kes qar dił xom we lawanewe derkem, dî fire ser ne newe serim. min le kure û eye le kure? era le îsewe necatim bye le qisey ’ałem ta...

- min zanim, bes serim keçeł kirdîye . gişt řojîg têd û gîrd le lam.

- gîrd û nêgîrd we cîr û cehenem. min xom barîg ha leser şanim... bîcge lewe kel û pel mał fiłan beg û ḧacî fistan şurim...baregem de bare û bîst hezar bare we ḧesaw nêtyed. ew řuje çîme bazař ḧeyay birdim... ey seg bawge... min nêzanim le jîr ’eba û pêçe çwîn nasîyem lelay řed bîm...... le dwîrewe jineftim qise we pîm weşand...

’erebanegey hîşte cî û nizîkim bî .

- çwîn?.

- le dwîrewe le xoyewe we te kebab çîyege:

- diłim bêse kewaw... bew diłim bifruş, era kewaw firuşîd?

- îseş wete pîm.

- kewaw bûd û nêwid we cîr û cehenem. bîje pê carîg tir le bazař nizîkim newud û uf af neked.

- dî çewete pîd?

- wextî nizîkim bî wete pîm bûme qurban dengeged...

twastim kaluşegem bikenim eray û binemay naw demî... duyaxir wetim ’eybe ḧeyay xom çid lenaw bazař bîla biçim sabûnegem bisînim.

- îse çare?

- çare?... biçû bîje pî, çawî nêkefde naw çawim řûyî nêkefde řwîm... ha îse çime małgey û lewerdem miłałeganî xemey naw kupeganî... xemey naw bestûqegey tûrşî şełẍem ta şerabî bûd û lîfege xeme banî... le cyatî xoy bixede naw bawegezî û ełwen qulebyanî bixodey... min têm û xemey naw be sitûqeganî û lenaw sirkege bîla bixinkyed... eger yekêk hat tûrşî bisînd bîla des dirîj bikede naw bestûqegey û le qijîyewe hełî bigird... bawig le qingî bixo çeked le xiř dewrim? bawig le qingî bixod dî era diłî bêse kewaw?. pîrîş bîye... le paşa kuprîş cîgey nêwid... bîje pî wey xiřûfe. wey şelatîye wey axir şeře yarû şelatîyegan şewî têrney mał bêse hawiłf miłał mezdim... we xoye û ’edlyaplîye û le çayxane lenaw pyawegan nîşd... axir mece hawiłf kîye? . kî řwî dede pê?... axir we çeyew jin xwazd?... we عەربانەگەێ?. le kûre nedem? meger binedeme naw ’erebanegey û giřim bided lenaw şar qeydî çes?... dyare axirim şeř bîye ley axir çaẍme, şwî bikeme mece turşîçî? he! ’ałem çe wîşin?... xû gîsim biřn. penim ken... qeydî çes... tûş ame bîjme pîd ’aciz newu: era tû diłd kem piř bîye le qaru xefet axir qard keme?

xû sed keme?... weha nîşîd û gûş ley ’areq xore teknîd?.

- doyte diłim we pê suzyed, xasîşî hes le werdem çawim... axir çe zere kirdime eger guş lelî biteknim... era daye pyawetî nemaye?.

- wey kareş îjin pyawetî? wełła dyare tûş xuřûf bîde!

- nêzanim kêf xode.

ta ame legeł feymeda lem qise û base debuwewe... mece tûrşîçî katî la debuwe şitêkî seyr... kat ewtoy karî dekirde serî, her satêkî be sałê beser têdepeřî... diłî tepe tepî dekird řengî zerd hełdegeřa... hêz le ejnoyda nedema, demî wuşk debû û be dyar ’arebanekeyewe demeyî... çaweřêy amey dekird bełku bê!!!

ame zor be çakî le derûnî mece geyştibû, eger çî zor car hewłî ewey deda be zimanêkî piř le tane û twanc û serzenişt le gełîda bidwê û be agay bihênêtewe ke em îşe nabê û ’eybe, bełam diłîşî zor pê desûta. deyzanî zor be řastî û diłsozîyewe feymey xoşdewê hemû hîwayekî le jyanda eweye qayl bibê û şûy pê bikat... ew dawe barîkey mece be jyanewe bestibû, bûnî feyme bû.

feymeş nek her ḧezî lê nedekird û řiqî lê debû, bełku way lêhatbû řiqî le hemû mece nawê bû, bêzî le hemû core turşîyek dekirdewe... ameyş le nêwan em agir û aweda neydezanî çî bikat... herdûkyanî xoş dewîst... belayewe feyme û mece nimûney mirovî çewsawe û kiłołî bûn, eger çî kem zanin ya her hîç nazanin, bełam dû nimuney xawên û bê zererin... xizmetî hemû kesê deken, mebestyan le jyanda zor xawêne. be řencî şan û be areqî naw çawan nanî řojaneyan peyda deken...

belay amewe xizmet kirdinî ew core kesane beşêk bû le erkekanî û le heman katîşda diłdaneweyekî taybetî bû bo xoy û hendê xem û pejarey xoy pê le bîr debirdewe her ke bîrî lewe bikirdayetewe çon xizmetî xełk bikat... eger çî lewe ber zor bezeqîyewe wełamî mecey dedayewe, keçî emcare weku ewey hestî bewe kirdibê ger be hêmnîyewe wełamî nedatewe ewa gunahêkî gewre dekat her hîç nebê mece watêdegat be çawêkî sûkewe seyr dekirê... boye ta degeyşte lay le diłî xoyda deyan wişey nermî hełdebjard bo ewey têy geyenê ke eme «nebuwe û nabê».!her ke degeyşte astî, pêş ewey dem bikatewe şitê biłê dyar bû ew le řeng û řû sîmayda hemû şitê tê degat, her ke demî dekirdewe û řastîyekey pê dewt ew be çokda dekewt û be bêdengyewe firmêskî germ le çawanîyewe dehate xwarê. em her çenê hewłî eda hełî bisênêtewe bê sûd bû. dû serinc. serincî bezeyî ame û serincî na umêdî mece têkeł be yektirî debûn, deyanwîst derbaz bin û... keçî tenya ferhengî bêdengî twanî ew wişe yaxî û tûřane bigrête xoy û carêkî tir bendyan bikat... mece hîçî le dem nedehate der neydezanî çon detwanê pał be ’arebanekeyewe binê... beher cor bû xoy degeyande mał, ameyş berew paş degeřayewe... ew řoje mece legeł hîç kesêka qisey nekird. weku hemû êwareyek řûy le meyxane kird. dîsanewe be tenya le kuncêkda danîşt. emcare le çawî kes perdaẍekanî hełne’eda... le hemû êwareyek zyatir hestî be hêmnî dekird... hemû şitêkî be naskî û cwanî dedî. ewende nask û xawên bibû, heta way lê hatbû gwêy le çirpey pepûlekanî meyxaneke bû. wirde wirde ’areqekey tewaw kird, bîrî le hîç şitê nedekirdewe. hestî kird natwanê le cêyekey xoy hełsê beher cor bû hewłî ewey deda letir nedat. geyşte derewe, hewa fênkekey derê demuçawî şordewe, wirde wirde berew ełwen kewteřê le kenarî ełwenda hendê westa, seyrî ew mangeşewey kird ke çon legeł şepolî awekeda delerêtewe... hestî kird dengêkî řewan le qûłayî awekewe bangî dekat... dengêkî aşna bû begwêy . boye leserxo û leser yek çend carê bedengî berz witê:

- xas têm... xas ha... îse têm.

bo dwa car serêkî bo asman berz kirdewe be serincêkî tînû hemû estêrekanî hełmijî û henaseyekî germî pengawî beřełła kird û xoy fiře daye qułayî awekewe.

ew şewe ne gurcîyey jinî le xew kird û ne buwe mayey ewey weku hemû şewanî tir ’areq be xořayî be lotîyekan bibexşê... sibeynêş kes gwêy le dengî xaye xaye, ho xaye û yumurte nebû. weku hemû řojanêkî asayî ew řoje tê peřî... êware masî girekan termêkyan le řubarî ełwenda dozîyewe hênayane der.

hewał geyşte geřek: «mece xinkawe»... îtir demî xełkeke ber bû...

***

řemezan xoy û kere sipîyekey ew çwar nîwe bermîle biçkolaney ser piştî kerekey û ew gurîse û setłe jengawîye qupawey legeł sebey kiçî û pîrozî jinî- le kelaweyekda dejyan - jyanê meger her xoyan bitwanin basî hezar yekî derdî serî xoyan biken!

ew kelaweyey têda dejyan tenya hî ewan nebû, lelay çepî jûrekeyan pûre sułtane kwêrî swałker, xêr xwazekan le texte û teneke şikaw û ḧesîr kulaneyekyan bo dirustkirdbû, lelay řastî jûrekeşyan kulaneyek le çeşnî ewekey pûre sułtan qût bibuwewe pîrêjnêkî têda dejya, tûşî nexoşî «gûlî» bibû kem kes deybînî, hawîn û zistan le kulanekeyda bû xełkî geřek xêryan pî dekird.

řemezan hendê keçeł bû. le batî ewey nawî řemezan keçełî lê binên, be pêy îşekey nawyan lênabû «řemezan boxçî» yanî řemezan gûřêj.

řemezan kere sipîyekey le pîrozî jinî û sebey kiçî zyatir xoş dewîst. hemû řojê le geł mela bangidanda bermîle biçkolanekey dexsite serpiştî kerekey û setił û gurîsekey leser bermîlekan debest û bo kasbî dekewte řê. be ḧîsabî setił awdesxanekanî derdeda û eger ta nîweřo îşekey tewaw nekirdaye, ewa lew małey ke îşî lê dekird le kontirîn qapî fafonda leber dergay derewey małekeda nanyan bo dadena . řemezan deyzanî paş nan xwardinekey debê ew qapefafone kone fiřê biden, boye her ke le nan xwardineke debwewe xoy qapekey fiřê deda... êwaran pêş ewey bigeřêtewe bo kelawekey, deçuwe ser ełwen û setił û bermîlekanî deşûşt. dest û dem û çawî xoyşî pak dekirdewe û degeřayewe. eger çî şewan zû dexewt bełam ta taqetî hebwaye goranî deçřî betaybetî goranî «kewa leser kewaye... suxme leser... » dengîşî hendê xoş bû... hemû xełkî şarekey denasî, bełam hawřêy kes nebû, cige le kere sipîyekey serî le kes nededa, cige le pûre sułtane û ew pîrêjne guley kelawekeyan nebê... eger çî hendê pîs û poxił û cil û bergekey şiř û wiř bû, bełam ewende řûxoş û qise řêkupêk bû dû ewendeş çapuk û be gûř bû... herkesê bimirdaye ewa řemezan bepaç û bêłekeyewe leser qebirsan ḧazir debû, qebrî heł’ekend quřî degirtewe. dare meytekey dehênayewe bo mizgewt... her îşêkî pê bikiraye qisûrî nedekird, le hemû şitêkîş seyrtir ewende des biław û çaw têr bû hîç katê neydehêşt pûre sułtanî hawsêy û pîrêjnekey tir çêşt lê nên, řojanî heynî îşî nedekird... deyut:

- cum’e û cema’et le desim çid.

paş nwêj wek ewey şitêkî lê gum bûbê, aweha desuřayewe ta pîremêrdê yan pîrêjnêkî hejar swałkerî dedozîyewe û deybirde kelawekey xoy û beyekewe nanyan dexward... eger çî zor ḧezî bedîdenî ame řeş nedekird. bełam ger swêndî bixiwardaye deyut:

- wepakî ame qesem...

xełkeke gwêyan ewende be řeftar û pyawetî řemezan nededa... le hemû katêkda her be gwêdrêjêkyan dezanî û hîçî tir... xo řemezan hergîz be xeyałîda nedehat supas bikirê, bełam debwaye xełkekeş ew kirdewe başaney ewyan le berçaw bê, nexêr wayan dezanî ew îşaney ke her le xoyewe eyankat be xêr bo xwayan ekat, boye pêy nawê kes minetbarî bêt, xo wenebê řemezan le serincî ew xełke negeyştibê...

bełê zor çakî têgeyştibû û zor şitî dezanî bełam her bew bêdengîyewe wełamî hemû şitêkyanî dedayewe...

sebey kiçî, qutabî polî sêy seretayî bû û beyekewe leser yek texte dadenîştîn... qutabyanî polekeman be «sebey řemezan poxçî» nawyan debird û hemû řojê sebe le daxan degrya... minîş diłîm dedayewe pêm dewt:

- sebe tû xuda negîr axir era gîrîd? îse ceres dede lî û çîmne mał... îmřo giş wêlkaneganim erad têrim û le jîr saykî dar qelem tozege wazî keymin, bîla eyane gwî bixon bî edebin terbyet nedryase pîyan, bîla bimirin dî minîş qise wegelyan nêkem... îmřo herdûgman xet xetan keymin û aşe qûlî... min qezanegan şûrim, tu hîç meke bes megîyr... sebe era gîrîd?... ûy xuda... biçme gijyan û bideme lîyan xû desim le des daygim we quwet tire her şepme yîg bikîşme ban seryan wiř bûn.

ew serdeme dewłet cil û bergî be qutabîye hejarekan deda... mamosta dehate jûrê û deyut:

- kî nedares bîla des hełgird.

sebe destî berz nedekirdewe hemû poleke deyanqîjand...

- sebe era desd berz nêkeyd? şerim keyd bawgid poxçîye?.

ke le qutabxane degeřaynewe zorbey êwaran deçûme kelawekey małî sebe be loke û peřo kon bûke şûşeman dirust dekird û yarîman pê dekird... ewende sebem xoş dewîst natwanim basî ew soze xawêne bikem ke bibuwe pirdê, hîç lafawî qîn û çînayetî neydetwanî bîřuxênê. řojanî şemme le qutabxane weku ’esker berîz řayan degirtîn. mamostayek dehat û seyrî dest û nînok û ser û yexey kirasekanmanî dekird... řîz geyşte ser min ke seyrî sermyan kird mamosta qîjandî û jine feřaşekey bang kird:

- kafye ew nefte bar.

şûşeyek newtyan řijane sermewe... newt tike tike kewte ser şan û milim... înca mamostake be ’erebî witî:

- lîlî...

- ni’im.

- bewe eyra... welay min.

belerzewe çûme pêşewe û be łałe petîyane witim:

- wełła sit min dwêke serim şûrdimes daygim pelkeganim çinî wey qirdêleye besareyan.

tap tap tap...tîp tîp tîp.

beřaste deykêşa be dest û ser û gwêlakmida û deyut:

- ey sipyeye le kûrewe hawridyede?

- nazanim.

- zanim daygid heftey sê car şûrded. me’nay ey sipyeye çes?.

..........- hemû qutabîyekan deyanzanî em espêyaney serî min le řêy «sebe» we hatûn...

eger bihataye nawî sebem bihênaye, ewa minyan lê cyadekirdewe... sebe ḧałî lemin baştir nebû, ew hemîşe kezîye cwanekanî bonî newtyan lê dehat û ke le qutabxane geřamewe bo mał demzanî daykim em hewałey pê geyştuwe û mamosta xeberî bo narduwe. bîrim le fêłêk dekirdewe, bełam bonî newt hemû bîrkirdinewekemî depsand...

le dûrewe daykim witî:

- bûn neft têda!

nizîkim bwewe... lûtî nizîkî kezyekanim buwewe minîş witim:

- a îmřo le mekteb neft řişane ban serim...

- ha... era?

- mu’elîmegeman wet serd piř bîye le sipye.

- ha... eye ewene çîde lay sebe... era?... dwêt kîye? weha le xiř dewrîyd! doyt «nûrî se’îde ya doyt ’ebdul’îlas». min heftey sê car serd şûrim, ḧeyam birdî le mektebîş? îse mu’elîme îjd daygî temełe her qing qewî ked... xizmet doytegey nêked... lewraş řwîm řeş kirdîde, bîde se hawiłf kî? hawiłf sebe dî miłał qeḧete? era řeşîd beg kem doyt dîrd? era nawîde hawłifyan? çe le sebe qazanc key? sipye! he... biçû era nêwîde doyt řemezan keçeł??... era? înca xû daye se sebe... kî çarey ked kî ?... ’ałem řuj we řuj terfî’ ked... dwêtegey min řoj we řoj çide duyawe... bexte řeşegey xome... swîç bextegeme.

................- - bûn ey nefte wesî řurj nêçd. îse min çe bikeme pîd?. we çe serd bişûm?? era dwêke nedîmed?... her ke serd şûrîd «firit» bał girdîd û çîde lay sebe, we şanegey sîrkewan hin sebe serd şane kirdîd, cifte ceyrane le jîr xor fiçe fiç kirdin... xuda zand ew şaneye hin kîye?... xawenegey mirdîye û fiřey danese ban sîrkewan û tin û sebe çin têrney û serdan we pî şaneken... bîla sebe serî we pî şane biked... bes tû era? ew dwêt řemezan keçełe û şane neyrin. tû era?

şaneman qeḧete? le tawus çend şane sendimes?... fayde nêked . min wegel kî qisekem. dway ey qiseye «fir»t çîde lay sebe. - carî biçû era dûkan... dû qałb sabûn řeqî bar... bîla serd bişûrim... duyaxir...dway ewe ke serd pak bûd xoydey le desim.

derbestî têhełdan nedehatim... nedetirsam çunke ewende leser ḧeq û naḧeq lêyan dabûm pêstim xoş bibû. paş hemû têhełdanêk «ame» baweşî degirtim û firmêskekanmî desřîyewe, řenge pêtan seyr bê eger biłêm:

le pênawî ewey xom le baweşî ameda bibînim û deste zibrekanî bese ru çawimda bênê û firmêskekanim bisřê û dest binête ser singim û be sozewe qisey nermim bo bikat leber emane gelê car le hîçe le małewe gobenêkim denayewe û herayekim berpa dekird, nek bo hîç şitê tenya bo ewey lêm biden û derim ken û bimgiryênin, ta pakaneyekî betînim be destewe bê hêmnî bibexşête derûnim... hîç hêmnî û asûdeyîyek, hîç zerdexene û pêkenînê tamî ewey nebû ke serim leser singî ame dadena û ewîş firmêskekanmî desřîyewe be core wişeyekî hêmin diłî dedamewe û wişekanî debûne benc û xewî lê dexsitim û hezar xewnî xoşî řengawřengim debînî:

lew xewanemda řubarî ełwen debû be řûbarî zêř û pûlekey masîyekan debûne zîw û mele awêyekan, bezmanê goranîyan bo masî û řûbar dewt zor be başî lêy ḧałî debûm, têy degeyştim... minîş legeł řuḧî masîyekanda qise û wazîm dekird û xom lenaw şewnimî sewzegyakanî kenarî ełwenda detlandewe û şewnimekanim dernîyewe û deyan gerdanem lê dirust dekirdin. lew xewnanemda cwantirîn gerdanem bo «sebey» hawřêm dehondewe... pêkenînekanim dengî dedayewe, řubar û kenarî řubar û çîmen û mel û masîyekan debûne korsî pêkenînekem. lepiř hemû carê le xewnekanmida dembînî hetaw debû be dû beşewe, ame be dû bałî sipî û be bergêkî sipîyewe berew lay min dehat û her carey yekêkî bałdarî legeł xoyda dehêna û ewaney ke hemîşe legełya bûn «se’e»y kiçî û «mecey» qumsêr bû... lew xewnanemda temen û kat û şwên û qeware û doxyan hebû... le kotayî hemû xewnêkmida hewrêkî çiłkinî řeş deygirmand û baranêkî be xuřî debarand... bexeber dehatmewe yekser xomim debînî le baweşî amedam. daykim ya nenkim be cinêw û qisey sûk û heřeşe berdebûne ame.

bezor destimyan degirt řamyan dekêşa û le baweşî ameyan derdehênam.

dû řûdawî seyr le yek kat û şwênda debûne mayey popey xoşî û şadîm, azar û ezyetyan dedam: baweşî ame û xewnekanim û deste zibrekey û singe germekey ew peřî şadîyan pê debexşîm... her ke cyayan dekirdimewe le singî ame hemû dinyam le berçaw tarîk debû... îtir azar û şêwawî û jan řûy tê dekirdim, herke deyangeyandime małewe... deyanzanî eger lêm biden ewa hîç hêzê nîye bibête perjîn û řêy amem lê bigrê, boye lêyan nededam û be qise têm berdebûn... minîş weku hemû katê firmêske bê řengekanim dekirde çek û le xwardin detoram û berew lay «sebe»y hawřêm deçûm. hergîz ḧezim lew nan û çêşte nebû ke le małî xomanda be dû sê cor lê denra û lenaw fexfurîy belûr û belem û leser sînî dadenra . zor ḧezim dekird nan û mast ya tematey sûrewekiraw ya hêlke û řon û sawer le małî sebe ya le małî ame bixom... gelê car her le qape fafone gêř û qupawekey «sebe»da nanim dexward... ay ke pêm xoşbû řemezanî bawkî sebe her ke deybînîm legeł kiçekey nan dexom. destî beserimda dehêna û core pêkenînêkî le demêyewe defřî û yekser le diłimda hêlaney dekird, řemezan deyut:

- dwêtim tûş wek sebey dwêtmî.

tenya carê řemezan lêm tûře bû ewîş herçî zêře û xişłî daykim hebû hemûym kirdibuwe dest û milmewe... ke bem şêweye bînîmî zor tuře bû, destî girtim û birdimîye lay daykim pêy wit:

- era ey ałtiwîne danese des ey miłałe?... eger yekîg dizîyey?

daykim le batî supaskirdinî zor be sardîyewe wełamî dayewe.

- ’umir dirîj bûyd.

îtir hîçî newt...

keçî řojêkyan cantakey gûm kirdibû ḧewt pencayî û dû pûlî penca filsî û wêney şemsî xoy têda bû le řêgay da’îrey «cinsye» lêy kewtibû... «gułçîn»y kiçî pyawêkî dewłemend dozîbûyewe û be wênekanda daykimî nasîbuwe û hawirdîyewe bo małman, daykim ta mangê neydebřîyewe:

- eye doyte... şîregey daygid ḧełałd bûd... we çaẍ zades!!

keçî řemezanî bestezman leber ewey hejar bû... min û zêřekanî daykimî dozîbuwewe destî le wişey ’umir dirêj bûy bewlawe, hîçî tirî newt: daykîşim way dezanî ger pyaw hejar bû hemû pyawetîyekanî be pêy cil û berg û pare û naw û wezîfekey depêwrê... yanî dewłemendê ger bayî dînarê pyawetî bikat îtir ḧîsabekey wa dekewêtewe.

1 dînar + xanuwekey 6000 hezar dînar + qemerekey be 2000 hezar dînar + mał û şitekanî 10000 de hezar dînar = 18001 hejde hezar û dînarêk.

eger hejarêkîş bayî 20000 bîst hezar dînar pyawetî kird bem şêweye ḧîsabî bo egirnewe:

20000 bîst hezar dînar - 10000 dehezar dînar bo xanû- 3000 bo qemere - 5000 pênç hezar dînar bo mał û şitî tir - 2000 dû hezar bo dî’aye ta xełkî deynasî 10 - de dînar bo cil û bergekey ta bibête pyawî naw pyawan !! = hêşta de dînarîş qerzar debêtewe... hey quř beser ewaney weku daykim bîr dekenewe! ca nazanim le hemû şwênêkda daykim asakan zor tirin!! dinya tenya xaneqîn û geřekekey ême nîye!!.

ba hemû dinya lem babetey tyabê, egîna bayexî ame û řemezan û sebe çîye ta daykim û daykim asakan nebê... ta şew nebê řoj çîye......

***