se’atêkim bû, be şerit se’at bû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  657 views
se’atêkim bû, be şerit se’at bû
ewsa bo nwêj û cemat mîqat bû
karxanekeyşî «ebu temẍa» bû
le naw se’atî tirda aẍa bû
řojê le nakaw zirîzey piçřa
kewt be berdêka xustî lê biřa
se’atçîyekî mam nawendî bû
be diro nawî «sałḧe fendî» bû
se’atim bo bird, boy xistimewe geř
dway dû řoj ke nûst lêman bû be şeř
înca birdime lay westayêkî tir
bełam faydey çî? yek le yek bedtir
her bo ewebû pare bistênin
be fêł û ferec le xełk derbênin
řojê yekêkyan be řast pêy lê na
witî kesî řast nema le beyna
ke ême se’at baş çabkeynewe
pareman nabê ça bixoynewe
dewrêke ebê pyaw sifrediř bê
bazař hełgîra gîrfanî piř bê
mindałî zor û me’aşêkî kem
dest zenî nekem, be çî hełdekem