dewrî hat, dostit le dewrit zore

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  671 views
dewrî hat, dostit le dewrit zore
be «nehat» hatnî xizmîşt zore
to tûře mebe, dinyake waye
wek «se’dî» witî: nan bo kewaye
caran em kurde hênd be wefa bû
dizîşyan qedrî wefay lela bû
diz çûbwe małêk le kûpeyêka
xwêy dîbû ke xiwêyş le şekir eka
ke lêy çeştibû zanîbûy xwêye
ełê: «nimekim kirdin» lew cêye
herçî dizîbûy, day enêtewe
le «bednimekî» esłemêtewe
êsta ke parût kird be demyewe
penceyşit exwa, her be demyewe
to têrî ekey le nan û kere
ew ke têrî xward, pêt ełê kere
min şewêkyan xom emem gwê lê bû
tarîk bû yekê ke leser řê bû
eygut em kere boçî wa deka
em hemû çişte çon peyda eka
heyşe ke ełêy serumałîye
ew kemałeyşyan, le kem małîye