dirawsêş zeřyey dengî dayewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  697 views
dirawsêş zeřyey dengî dayewe
her tenha «îngilîz» bêdeng mayewe
teme û barane û agir barane
baraney kuştar bo hejarane
«wirçîş» le beşer xoy kirduwe be şêr
be nîwey dinya, çawî nabê têr
sa «emerîka»y le ser nebwaye
ba le «qaryat»da wa gîr bimaye
le «mazurî»da têła bedest bû
le naw zongawda gîrode û pest bû
ke to yarîdey załmêkit da
dwayî çepokit be sera eda
le xobayî bûn, kewtinî le dwaye
seyrî «hîtler» ken, dinyake waye!
beşer taqetî şeřî nemawe
ta çaw kar eka, dinya xwênawe
nazanim mirdin boç wa asane?
berewpîrî merg şayî û seyrane
her dînî îslam řêy selamete
«لەا tulْquwa...» emrî xwaye û ayete
min çîm lemane? her poker xoşe!
namperjête ser em watey boşe