şeytan wa leser kêwî ararat

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  668 views
şeytan wa leser kêwî ararat
bang eka oxey wa řojî min hat
dersêkî newey ademim dada
’umrî yektirî biden be bada
qunbuley zeřyem pê îcad kirdin
başe bo yektir pê le naw birdin
ke legeł zeřey ew caşekere
eřwanî şarêk jîrewzebere
ełên: lay xwawe ẍezeb bibařî
«qarûn» be erizda ebate xwarê
ew yek qarûnî dostî minî kuşt
min dunyakey ew ekem berupişt
’alem be milyon tefrey min exwa
terefdarî min zurtire le xwa
ew řizqyan eda û bexêwyan eka
wa be qisey min çûn be gijyeka
ew şêx û mela dênête řûy kar
min ehlî fenyan lê exeme kar
tif lewey kewa be tefrey şeytan
wa be carê qiř exate însan
nawî seg lewan be çaktir bere
seg lewan gelê bê zeretre