dewrî zemane weha gořawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  636 views
dewrî zemane weha gořawe
yarîy pêşûman modey nemawe
yarî řoj cwê bû, kuřgelîş be şew
bezim û aheng bû ta dekewtine xew
fincanên, genim genim, miş’eran
řêwî çû legeł sîxurme lêdan
řojîş şeřetop be dûberekî
ke eyşihatnewe şeřegeřekî
kewşek û yekewḧeyzeran baw bû
be babî babî ker xwapêdaw bû
ke eyan pirsî ker swar bê ya swar?
bîwtaye ker! swar ehate xwar
wek êsta swarî edraye ker
bełam dewrêkyan ne’ebirdeser
qelemirdarêş wek êste dûnan
be teřûşkî ebûn be çwar nan
ewsa eyangut nadan pesende
dana be pare eka be bende
giř û pifêke agirî dizan
dwayî ke gîran ekewne zîndan
keçî diro bû ew teselaye
diz û paredar le birew daye