xwa êmey boye xiste ser zewî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  637 views
xwa êmey boye xiste ser zewî
le gij yek hełçîn be bê bezewî
le laman waye ke yekî bikujîn
’umrî ewîşman bo dê û zor ejîn
nazanîn êmeyş namênînewe
dwa be dway yektir qiłp ebînewe
ewendey heye ewey kujrawe
bo ew dinya ew xwa pêdawe
şerbetî mergî lemew dinya çeşt
bê tirsî û bê pirs eçête beheşt
înca werne seyr em załmane
be şîşî agir aman amane
eyansûtênin ta be azar bin
mirdinîş nîye ta pêy řizgar bin
ewey ke fêłî dinyayî zore
beşî xełk exwa û be zułim û zore
herwa emende lêk bidatewe
lêyan pirsî, çî cwab edatewe
biłên pêt xoşe to be řencî şan
nan peyda keyt û lêt senin ewan
dyare ke ewey zorî lê ekey
le lay naxoşe to małî ebey