diłî wek huzarî ḧezînî min şew û řoj be ah û nałeye

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  695 views
diłî wek huzarî ḧezînî min şew û řoj be ah û nałeye
be umêdî çawî mestî to, betemay mey û pyałeye
le ẍem û fîraqî qametit, le dû çawî piř le xwênî min
ke bexuř hicûm eka siruşk wekû awî kanî newałeye
be nîgah û ẍemzeyî dulberim ke ełêy ẍezałî xewałuwe
sebeb çîye be řoj û şew ke řefîqî ew gemałeye
mehî ewcî naz û nî’mete şehî mułkî ’îziz û şewkete
xetî destî katbî qudrete, xetî ’arîzî qebałeye
were seyrî baxî řûmetî, were seyrî gułşenî qudretî
qed û qametî wekû neyşeker, be nazgî gułe jaleye
diłî eḧmedPen name û min bê nîşan, ser û małî ’alemî îns û can
be fîdayî ew xet û xałeye, be fîdayî ew xet û xałeye