ke şîrit xiste ser agirî giř

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  611 views
ke şîrit xiste ser agirî giř
be coş hełdeçê eřjê kutûpiř
her qeymaẍêk û twêjî le sere
ke nema îtir nabê be kere
dokułîwîş têkî nedey ebziřkê
agirî bin kayş hîç danamirkê
ew kesey agir exate bin ka
webzane xoyşî be dûkeł xinka
fermûdey xwaye gwêy lê řagre
fîtne le kuştin be şîddettire
her mindałêkî le dayk ebê
leser fîtretî îslamî ejê
dwayî dayk û bab dersyan da’eden
bo ser ayînî xoyanî eben
hendêkîş ke wa be gyanêkî pak
xułqawin eřon le řêyekî çak
bedkar be qisey lûs tefrey eda
legeł xoy eyba be řêgay beda
sa xwa agirêkî way berdate mał
xoy û gişt kesî bin be koy zuxał
ewey ke xułqî dił saf egořê
xwa le nawî bat bîxate gořê