behar her řoje řengê enwênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  673 views
behar her řoje řengê enwênê
hîç carê leser barê namênê
gahê wek derwêş hewr ehařênê
ga beser hara xoł ebarênê
witman nîsane û baran ebarê
tinokî le çaw nayête xwarê
diroy nîsanîş emsał kar naka
hîç kes nazanê bo kam la řaka
layê be lafaw pyaw exnikênê
ême bê awî emanxinkênê
birsyetî çake gij û gya exurê
bełam tînwetî çarî nakirê
caran eçûne nwêje barane
êsta bê nwêjîy gunahbarane
kesîş baweřî be xwa nemawe
le şwênî tewbe sîn û tê bawe
çendê kewtîne ser yarîy poker
herçît ebînî bûbû be coker
êsta karbedest kewtûne dame
hîçkes nazanê řê û şwênî kame
wek daşî dame me’mûr lê exuřn
be az û be gwêz hêzyan lê ebiřn