diłî zarim bedaym besteyî zincîrî gîsûte

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  349 views
diłî zarim bedaym besteyî zincîrî gîsûte
wicûdî wek ketanim let letî şu’ley mehî řûte
diłim daym ke wa zamare ey şoxî dił’azarim
hemîşe xeste û mecrûḧî şimşêrî dû ebrote
wekû şem’ er demê egrîm û gahê wam le şewqa min
hemû sîḧir û desîsey ’îlim û mekirî çawî cadûte
le bazařî meḧebbetda min êsta zor be sermayem
řeqîbî seg sîfet elḧemdulîlla êste tabûte
biço bîmarxaney ’îşqî ew şoxe temaşa ke
lelayê nałe û dengî nexoşe, layê tabûte
eger sed sał cefa key diłbera min bendefermanim
ke çunke min ezanim da’îmen bedxûyî her xûte
nîgarim tûtîye bo xoşzubanî û lence û ’îşwe
ema ḧeyfê ke ew şoxe legeł zaẍî sya cûte
eger eḧmedPen name bedaym ’aşiqî mecnûn sîfet řûte
meke men’î hemû tawanî şewq û şu’leyî řûte