xwa firîştey wa siruşt pêdawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  622 views
xwa firîştey wa siruşt pêdawe
nîwey le agir nîwey le awe
zorî wa heye ke baweř naka
min leme edwêm legeł pyawçaka
řojê kabray caf ke pêy petî bû
diřkêkî le bin pê hełçeqîbû
hawřêkey geyye firyay dest û bird
diřkî derkêşa û le pêy derhawird
pirsî a bira! tuxwa pêm bêje
em diřke beçî emende tîje?
witî: bêfeř to şêtî û gêjuwêj
ke xwa fermûy têj giştî bûge têj
çend xoşe însan baweřî wabê
bê řengandinewe xway le la xwa bê
bełê xwa hendê pyaw dirûst eka
ke be çawwiřaw «bismarq» pest eka
xoy wa edate qełem wek kwêxa
ke şwênî kewtin mîllet ser’exa
ta hendê lawî xwên germ hełdestin
bo fîdakarî komeł ebestin
her emendeye ta ew dête naw
îtir kar tewaw êlîş beş xuraw