destey karbedest lêyan bû be xû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  656 views
destey karbedest lêyan bû be xû
wek dûberekî lêk kewtûneřû
her kesê le pêş xoy danrabê
ebê ew layba, eger bira bê
pyawî xoy dênê bo ser ew kare
řaste ke bizin şîrî bo kare
pyaw řimandinîş hênde asane
sê ḧerf! sê berdey destî jinane
«f» û «s» û «li»e mergî em fesłe
bo hendê fesłe bo hendê wesłe!!
bîst sał lemewpêş pendî pêşînan
em pîşe ḧîzey xistibwe meydan
«fire mêrd berî bo nayeteber
birîsî ya per, ewberî bo zer»
îtir emek û ’îlim û îqtîdar
ew sê berdeye ke ekirête kar
eweye derdî ew me’mûrane
tirsî dwařoj û hewłî gîrfane
derdî girantir ke giranîye
bewe me’aş xor gyanî tya nîye
herçî eykiřn bû be yek be çil
me’aş zyad naka tewqî çote mil