zerû ke xwênî pîsî pyaw emjê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  764 views
zerû ke xwênî pîsî pyaw emjê
le mar çaktire be jar ekujê
xo hêcgar dûpişk le kirdey beda
herçî hate pêş pêyewe eda
lem dwane bedtir benî ademe
weznidiman bo yek be dest û deme
bo yekê nałêm kes gwêy lê bigrê
em agire ta bê zyatir giř egrê
baqił em care agirî zerdeşte
mûşedemekey şinoy bay weşte
wa derdekewê axir zemane
çunkû dewrêke bawî jinane
ke pyawan řîş û simêłyan taşî
min witim jinan ebne bêgbaşî
demêke be dił min çaweřwanim
çunkû min řesmen kwêxay jinanim
wa cînsî xeşîn ser û dest ebiřn
her cînsî letîf dił nerimtirin
ke jinan destyan geyşte kutek
pyawan naçarin biçne ber xeřek
helî helheley kiçanman hełkewt
serdar û serek wek bêserî kewt