ke kar kewte dest tebî’et mirdû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  827 views
ke kar kewte dest tebî’et mirdû
fatîḧe daden bo řoḧî zîndû
serim suřmawe le kirdewey xwa
zor mirdû beşî zînduwan exwa
hî wayş ebînî ke têhełçoye
be bê lêxuřîn xoy sereřoye
şwênî wa heye ke awî zore
hîçî lê nařwê zewyekey şore
xwa eger bîda aw û erazî
bîhêne berhem pêy debin řazî
ewîş ebînê miskîn řenc eda
zordar naydatê bîstî le seda
xwa bo ewîşî taser nahêłê
emrê û bo mêrdî jinî cêdêłê
emane hemû le pêş çawmane
tema’ bo çawman buwe be tane
lew řojey ke xwa dinyay danawe
her beş xurawî bo hejar mawe
xwa lewew dinya tołe esênê
herçî ke kon bû kełkî namênê
řastit pê biłêm sebir zor tałe
xo ełên: sebrî xwa çil sałe