hełdegrê bibme minetbarî cû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  676 views
hełdegrê bibme minetbarî cû
ke em weḧdetey pê xistîne řû
’ereb û kurd û turk ke yek xira
herwa biřwane cû têy hełdira
nîfaq berbûbwe serugwêlakman
cûlekeyş çawî biřîbwe lakman
êsta lawanman wek şêrî jyan
be dengî dilêr hatûne meydan
ew qewmey ke xwa derbarey ewan
fermûy yek be «de»n bo řojî meydan
çon le řastî cû řû wer’egêřn
le xeyberewe bewane fêrin
êmeş netewey «selaḧeddîn»yin
xoman bew nawe layq ebînîn
cîhadî «qudis» peyřewîmane
fîdakarîman şertî îmane
ay le ’êraq û coş û xiroşî
wa bo serşayî eçîn be xoşî
hêcgar kiçanman hatûne ẍîret
ełên: cîhadî dewrî se’adet
qesîde xwan û pêş leşkir kiç bûn
’a’îley «neb le gełyan eçûn