çaw û naw û aw, em sê eşyaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  672 views
çaw û naw û aw, em sê eşyaye
wa derkewtuwe te’sîryan tyaye
çawî pîs legeł be kesê hełat
desbecê xoşî û saẍî la hełat
nawîş le řê û ban «alyas»t tûş hat
îtir bizane kewtye řêy nehat
ewřeḧman paşay ḧakmî baban
bo beẍda eçû biçête dîwan
elyas nawêkî le řê tûş bûbû
le qapîy beẍda hatewe neçû
dwayî zanîbûy eger biçwaye
qerar dirabû ke bigîraye
awê hendê cêyş ewey eynoşê
tebyatî tunde, gêçeł efroşê
awî şeqławe û êre û ḧemamok
le naw xoyana ebin be nakok
bo lawe, lawin, zor be pyawetîn
tenha legeł yek dujminin be qîn
cige lem syane hî waman tyaye
her deřmałê çûn fîtne û heraye
meşhûre ełên: lêre etiřn
nan û doy xizmî kerkûk ebiřn