mar û dûpişk û zerdewałe û mêş

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  676 views
mar û dûpişk û zerdewałe û mêş
hawîn dest eken be azar û êş
zistanan zoryan eçne kunewe
çendê le yexey ’alem ebnewe
marî pêdra û dûpşikî mel’ûn
le her çwar fesła wa pêman fêr bûn
le piř çizeman lê hełdestênin
be janî jaryan diłman yêşênin
ba wicûd ême bewane fêrîn
be xoşî xoşî hełyan ebjêrîn
ḧikûmet wek şwan gurg eterênê
meř dûy ekewê xoy waz nahênê
witman xwêndewar parêzgartire
ewî xwêndûye bařey xoştire
be ḧuştiryan wit xwa kuřî daytê
witî be min çî, bê bar nîm satê
legeł em derdeyş řwanîme dinya
wenebê ême wabîn be tenya
dinya be carê weha têk çuwe
şêwawe ełêy xumxaney cuwe
ême le gelê cêga çaktirîn
qelebaçkeyn bo şeytan şatrîn