wa têgeyştim ke em dinyaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  657 views
wa têgeyştim ke em dinyaye
beçî řagîre û siřî çî tyaye
mirîşkêkman bû ke hêlkey ekird
her le xoyewe kewte qirteqirit
wityan mire kuł wa kiř kewtuwe
xoyşî em çende hêlkey kirduwe
’elî binêre pênc hêlke bênê
bîxeyne jêrî û cûçk hełênê
nardim pênc hêlkey tiryan bo hêna
xistyane jêrî û cûçkî hełêna
pasêkî ekird etgut bełaye
kes ney ewêra biçê be laya
ta gewrey kirdin bûn be kełeşêr
le daykyan eda û eyannaye jêr
keçî ew dayke hem dîsanewe
qirteqirtî bû le bo nanewe
înca têgeyîm ke xwa bezewî
xistiwete diłî xełkî ser zewî
em kwêrewerye û řence ekêşê
emend bo mindał cergî eyêşê
xwa xoy be dujmin nawî birduwe
dinyay be ewlad řagîr kirduwe