xwêndin te’sîrê nakate serxo

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  702 views
xwêndin te’sîrê nakate serxo
negrîs be çak û xirap ełê xû
«bê ’yar» ke «y»y laçû bê’are
herçî ’eyarî gořî ’eybidare
ew êsrey kewa mexsûsî cûte
gwêy be çermewe naba bo cûte
zorî wayş heye çiłkin û geře
ke aşî geřa ewsa be geře
şeytan zor pyawçak egêřêtewe
kitêb bo axrîy egîrêtewe
bersîsay ’abîd le welî eçû
be tefrey şeytan le řêy dîn derçû
dû biram dîwe ewlya zaden
bo hemû emrî şeytan amaden
beweda ełêm: netewey welî
zor mil eşkênin be zoremlî
dinya hengiwîne û binyadem mêşe
qaçî tê çeqî azay řaykêşe
hîç kes nanasrê be bê lê qewman
bwar, sipî û řeş derdexa boman
nuqtey ’a’île bû be ẍa’île
boye bo dunya xełk hênd ma’île