layêkim agir layêkim awe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  698 views
layêkim agir layêkim awe
xakim toz eka be řeşebawe
xozge çarêkî řeşeba ekira
ya hîç nebwaye fîşał dway ebřa
piřopagende fîşałî nawe
demêke lenaw êmeda bawe
êsta dest, destî dest be kêrdîye
boye heřeşe nîwey mêrdîye
be kêrdekule hařûn lenaw çû
wek tiřî bin gom dengêkî nebû
paredarî řijd ezanî çone?
tiřî bêdenge û tisî bê bone
xozge emzanî ewaney nayxon
bo mêrdî jinî cê dêłn eřon
le qebrekewe eydî be çawan
be parekey ew ahengî lawan
eweyş ke le řêy xwada eybexşê
be hemû hêzî dewran nalexşê
çirûkî û bexşîn be xwastî xwaye
her çonê qîsmet daynabê waye
ke małî xoyan naxurê boyan
qemter kirawin be liẍawî şeytan