pyawî em dewre wek řengî behar

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  626 views
pyawî em dewre wek řengî behar
bê î’tîbare û bê şerit û qerar
hendê car le xew hełsay beyanyan
sayeqey samał asoy şîn û cwan
kakłe hewrêkî pêwe nabînî
eçî bo seyran be bê têbînî
le piř eykate şeste řehêłe
de řake û kes û kar be cê bêłe
ełên baranî nîsan şîfaye
bełam hendê car terzey le dwaye
řezî hejarêk xoy ke ber nagrê
terze eykutê ewîş ber nagrê
bo dewłemendîş to le xwa geřê
baran aş, wişkan cûtî egeřê
zordar û zerû nawyan xwênmije
zerû pakje, zordar pyawkuje
ker û êstirit eger berkewê
be ker řeza be êstirit newê
ker barebere bê deng û seda
êstirî çemûş cûtet lê eda
êstir dûřege biřway pê nakem
hî wayşyan heye gwêy nabate çerim