dû ’adet heye wek meteł waye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  752 views
dû ’adet heye wek meteł waye
yekêkyan tirse û yekê hîwaye
tirs bo eweye ke le ser kare
’eksî ew mefsûl ke hîwadare
ḧeq wabû ewey kewa me’mûre
bew biłên leser kare û mesrûre
keçî ewaney be îş serberzin
le tirsî fesłî «fesił» elerzin
ke wabê me’zûl asûdetre
hîway te’îynî atî lebere
emendeyan řist hey dîmuqratî
em ’alemeyan xiste nehatî
wek řişanewe û mergî mufacat
zeyl û fesłyan xiste naw wiłat
metełekey tir řasteqîneye
boye hemîşe xercî pîneye
biznyan swarî gamêş kirduwe
toyş swarî ebî keçî mirduwe
le berewjûre, ke hemû espê
quşqunî şile û berey eçespê
ew be ’eksewe dête gerduxul
le şax quşqunî tunde berey şil