pyawman le zor şwên merdî enwênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  646 views
pyawman le zor şwên merdî enwênê
bedxiwa xerîke wa ew enwênê
be «bêhoş darû» tiryak ebêjin
xołî mirdûman beser ebêjin
bo «manyatîzme» hîçkes nemawe
emanniwênin herwa bê mawe
karî xomałî bêganey nawê
em nawe pyawin be hemû nawê
lelawe bêyte em awedanye
wa degeyenê pyawî tya nye
her jin exwazin bo pyaw lew laye
pyawit xwast ełên bo «kełega»ye?
ewaney bo mał mil keçin demirin
dek milyan şikê bê «unur» emirin
etwanim ḧeqî xom bidem be to
ḧeqî gel nadem be meşkeyê do
eger dest berî bo doy êlekem
bem pîrye meşkejenêt pê ekem
xo «jîn» be bednaw etda be tarîx
eyxate pêş çaw řîxołet ta řîx
eweş ezanim êlekem merde
hîç bakî nîye le bigrewberde