feřeng le řojî yekî nîsana

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  624 views
feřeng le řojî yekî nîsana
diruyêk eken legeł însana
tefrey kesêkyan da, hatî bexte
«pwasun dawrîl» şansêkî cexte
tenya řojêke dirokey ewan
hî ême eřwa be řoj û şewan
le dewrî turka tefre zor baw bû
pyawê bû «’ecem ’îzzetî» naw bû
bo diroznî û be zorî çene
bû bû be paşa û walî edřine
herçî eçwe lay bełênî eda
řastîşî nebû yekê le seda
ke ew eřoyî way egut le dway
«herîfî şuble qand dik qulay»
tefrey întîxab hênd bwe be baw
’îzzet paşaman wa kewtote naw
herçî hełdesê pare da’enê
xoy terşîḧ eka lay qazî benê
kursîman şeşe û dwazde be pêwe
hêşta ewendey tirman beřêwe
hî ême başin xełk eyannasê
xo hełnakêşin piř be kirasê