xwa dû sîfetî dawe be beşer

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  697 views
xwa dû sîfetî dawe be beşer
eyanxate kar bo xêr û bo şeř
yekê lay eda, yekê eykêşê
menfî û musbetyan têk hełdekêşê
heryeke herçî bo denêrê xwa
eyewê bîda be xizim û dost xwa
kirdukoşyetî řoj bo êwaran
ko debnewe bo yarîy yaran
be diłêkî řûn be gałte û suḧbet
gelê bê xemtir le paşay ser text
heyşe liẍawî şeytan le dema
bo ser yek xistin le řenc û xema
jin nanêk berê destî eşkênê
kuř řwanîye çêştî çawî derdênê
ewî lêy derdê wişkyekatewe
ke bîxwa be mîz teřyekatewe
xeple û řon lêk dûr, wan le ser sifre
ełê em nane bew řone çewre
xeyał piławîş naka nek řast bê
êstir û bargîrî ebê her xwast bê
nazanê dewłet bo ew barêke
bo mêrdî jinê kirêkarêke