dû çişt hen kewa be řeng û be tam

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  633 views
dû çişt hen kewa be řeng û be tam
çonî lê bikirê dêne ser meram
aw ke to hênat kirdite her qapê
řengî em egrê, teẍîyrî nabê
nimûdî heye hîç řengî nîye
kesîş nazanê ḧîkmetî çîye
mayey ḧeyate gyandar ejyênê
bełam ke zor bû pyaw exnikênê
mozîş le tama her wekû awe
be her nîyetê bîxoy tewawe
meb’ûsîş ḧeftawdû berî heye
boye emende xełk boy tuşneye
lay hendê lêre her bo me’aş bû
bê sermaye û řenc parey belaş bû
hendêkîş eywîst destey xoy zor ka
be deste bê dest beydest û zor ka
hendê bo şoret hendê bo kursî
ke caran hîç kes lêy nedepirsî
nazanim çone wa emsał çwaryan
małdar û nawdar hatûne meydan
emane nef’î şexsîyan nawê
xwa bika nebête carê le řawê