merd le watey xoy nageřêtewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  878 views
merd le watey xoy nageřêtewe
ew tifey řoy kird naylêsêtewe
hewałî merdî û şeřef epirsî
nawyan lê nawe kurde namûsî
çendêkîş tefre syasetê bû
«dîdem nedîdem» kyasetê bû
hendê qur’anyan bo swênd mor ekird
pyawyan ebird û gořbegoř ekird
boye wa lêyan kewtûne teqe
«şewqî» hemîşe beşî her şeqe
ême baweřman heye emcare
hełbijardinman bê şeq û dare
werin ba wird wird bixiwênînewe
madey «qibaqçî» nejyênînewe
firistademan «îne mewano»
«padar bigêrûn bê pa memano»
meşhûre ke kurd merdî meydane
emcare huner be go û goçane
gałokêkî wam heye girane
ya bo destyane ya bo seryane
bexwa em qewme destewestane
xwa bika ser û dest neşkê besmane