ełên gya leser bincî xoy eřwê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  979 views
ełên gya leser bincî xoy eřwê
bo binyadem xełk wekû tiř edwê!
bełê bo wiłax řesen zor başe
wa gołebargîr dyare le paşe
zur car eybînîn ke dayk û bawik
edrewşêtewe wêney çirawik
keçî mindałyan hîç lewan naçê
baxî zîndegî xełk hełdepaçê
dîsan ḧukmêkî qet’î nadrê
wecax zadekan şerim eyangirê
be ḧec û şerab ełên wek yektir
çak çaktir eken xirap xiraptir
hendê pîşeman hêşta her mawe
tepił û beydaxî ḧacîyan bawe
her dełên qumaş keme û girane
řîze beydaxî ḧacî biřwane
xozge meb’ûsîş beydaẍî ebû
be tepił û beydaẍ bo meclîs eçû
ewsaye dengyan delêrtir ebû
le naw komełda nawyan derdeçû
ême her leser ew fîkireyn ke bûyn
her le řawîye zor çakî bo çûyn