hawinşînî bed tefrey îblîse

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  668 views
hawinşînî bed tefrey îblîse
le řeg û peyda wek xwênî pîse
qamîşełanî wişke diłî pîr
zû agir egrê be nałey şewgîr
ke dûkeł derkewt agirî le şwêne
xot biparêze dił meřencêne
guł be firmêskî çaw awdirawe
bo yexey zordar hełbijêrawe
katêkit zanî hełçeqî le dił
ew gułey gelê «keł» enête gił
caran espêkyan eda be swarçak
eyangut swar be û lêyxuře bêbak
êsta bew şerte esp eden be pyaw
nabê lêyxuřê be ẍar û be taw
dêyêk her yeke pyawî pyawê bê
muxtar biłê çî diz le nawî bê
«partîzanî»ye û řoj řojî dest dar
herkese destey xoy exate kar
caran eyangut ehil bo îşe
keçî îş bo pyaw buwe be pîşe
hîwaman waye destey emcare
tertîbêkî baş biden bem kare