ełmas û ałtûn çunke nayabin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  895 views
ełmas û ałtûn çunke nayabin
hênd xoşewîstin wek dak û babin
herçîş ke zor bû qedrî namênê
ba awêneyş bê ke pyaw enwênê
berdî berzinceyş wek ełmas waye
ew çunku zore karî le dwaye
tenha çiştêke ke wa zor keme
kesîş nayewê ełê xom heme
naḧeqyan nîye ke nayanewê
herçî bûy nanî pê des nakewê
caran ke gezo kem bû şekir zor
ḧełway saẍ nebû sa meger be zor
êsta ke şekir le nawa nema
ḧełwa bwete doşawî xurma
parey fiřufêł kewte em nawe
dirawî ḧełał lay kem kes mawe
her bew pareye eçin bo mekke
ełên: bo ḧece to baweř meke
bo swênde biłên: be qułfî kabe
ya, labeye, ḧec le nawa labe
herçî bitewê bîkřî girane
lafî weten û şeref herzane