zistan zeystan çiley lebar çû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  708 views
zistan zeystan çiley lebar çû
seryan derhêna kengir û kardû
xatûzemherîr eylawandewe
pirç û egrîcey xoy řûtandewe
wa be teqeteq leqleq hatewe
marî mereze pak ekatewe
be esatîrî konî yûnanî
«jupîter»ê bû xway asmanî
«wînos» alîhey ḧusin û cemał bû
bełam jupîter zor bedfesał bû
boqî gwêy coge weřist bûn le dar
wityan gyandarman bo bike be serdar
ewîş leqleqî nard way exuřî
herçî eyqîřand qîřey ebřî
etirsim êmeyş be ḧeleq meleq
bikewîne ber dendokî leqleq
bełam natirsim xwastî xwa wabû
emsał dû leqleq bałyan şika bû
leber serada egeřan kiz kiz
temê xwardû bûn le denduk û giz