wa dîsan xumî culeke şêwa

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  694 views
wa dîsan xumî culeke şêwa
diro bał egrê û efřê be kêwa
ełên xwa bałî dawe be ḧuştir
koşk û seray kes namênê îtir
diłxoşîyeke bo bê xanûman
ełên oxey gişt be bê xanû man
xwastî xwayye ewî bedkare
zoryan le lawe dêne em şare
hendê le pêstî meřa wek gurge
hendêkî tirîş sipłî lawirge
hendê wek mûy lut lêt nabêtewe
hendê sing hełkêş nabesrêtewe
boye serçawey «tanceřo» lêłe
herçî xoy tya şişt kułk û kemêłe
xozge wek caran gazirker ebû
be şyake û be lîs pîsî der’eçû
êsta «banqenot» keway şîrdaxe
bo hemû leşî «gul» be perdaxe
be kurdî ewla «řêju» xełûze
mu’emmayeke azay weydoze
namewê biłên kurd be hîç nabê
řołey azade ewî aza bê