«pełe» bo xawend tûtûn wek pełe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  639 views
«pełe» bo xawend tûtûn wek pełe
ba wicud emsał kewtûne tełe
par, parey zoryan le tûtûn dest kewt
emsał bawkî par mird û nawkî kewt
zerbey înḧîsar xistuwînye hawar
silfey zera’îş buwe be serbar
her gułê xarê û her noşê nêşê
tenha min cergim bo ewan dêşê
namewê zořřa’ wa kiz bibînim
le ’edałetî dîwan emînim
ełên her ’eqłê le xesarê dê
ebê řawestîn ta beharê dê
hendê ke legeł tûtin xerîk bûn
necûłanewe wa tya xerîk bûn
erkî zistanîş wa hat be serma
serim siřmawe le tirsî serma
zistanî ’ereb lay furs agire
êmeyş kewtûyne yarî agire
wayan hełdawîn le yek heł edeyn
be pîman tezîwe eger kewte beyn
hełmandekêşin le řîşe û le řeg
ebîn be kutek bo şeřegeřek