parey bexşende û awî naw bêjing

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  691 views
parey bexşende û awî naw bêjing
wek pişkoyeke bikirête naw çing
çirûkîş dan û gyanî bikêşin
nek dînarêkî le dest derkêşin
em dwane herdûk xwayêk dayřiştûn
le mebestî xwa tênegeyştûn
egîne ewey eybeşêtewe
zor car be birsî ser enêtewe
eweyş kewa xwa pîşey řijd eka
le ême zyatir ḧez le çişt eka
belam liẍawî şeytan kirawe
bo newsî xoyşî beşî biřawe
xoyşî nayzanê ke be kê ebřê
ta emrê û kifnî be qed ebřê
lûtî le berdî elḧed bikewê
ewsa ezanê ber kê ekewê
eger be xewî şew bîzanyaye
ke em çirukîye ewey le dwaye
hîç nebwaye xoy têrî lê exward
be mêrdî tazey jinî ne’espazd
bełam be min bê ew çî le des dê
«neḧْnu qesemْنەا»y hênawete cê