seyrî nadan ke, ẍem eřewênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  534 views
seyrî nadan ke, ẍem eřewênê
«tersequl» janî çaw deşkênê
«mêbaz» be aza nawî ebřê
jin lêy derkewê, şarbeder dekirê
zêrû xwênî pîs le leş emjê
«espê» be mîkirob însan ekujê
gwêz bew berzîye berî wa wirde
terzêkî «şûtî» beşî dû girde
«welek»ê penca «wiştir» yix eda
«gulle»yek agir lewîş ber’eda
be tayê şayê textî text ebê
yekê be espê xawen bext ebê
le kêlî qebrî şay «qełaçwalan»
nûsrawe hawar be dû «cilq»e nan
êsta dûsede û kesîş napirsê
dewrî «mehdî»ye wa kes natirsê
ta dêt zemane řû le «bedî»ye
be řêkewt bawî «nedî û bidî»ye
êre zor çake ewla biřwanin
hemûyan dizî «gwêlk»y xoyanin
em ḧałe dyare xwastî xwayye
dwan le karî xwa xořayye