her qîne diłî dost eřencênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  590 views
her qîne diłî dost eřencênê
«ḧîlim» agirî qîn dademirkênê
«şeytan» yekêkî danawe lêre
kurtebałaye û çawêkî kwêre
şeytan lasayî ew ekatewe
be bê «şixarte» agir ekatewe
«dehoł» bew denge bew şîřetîye
serî bê meẍze û heway petîye
bełam sed ’aqił hełdepeřênê
hezar kes le dûr bo şayî dênê
çak ełê małî bedkar awa bê
tarîkî nebê, řoj qedrî nabê
be zistan însan agir yad eka
hawîn qîmetî befraw zyad eka
dewran dewrane hawîn û zistan
leser hîç ḧałê namênê însan
nexoşî qedrî saẍî enwênê
birsêtî tamî nanit bo dênê
hendê ke le piř dewłemend ebin
ya pyaw ekujin, ya eyden be jin
taze dewłemend xanû ekiřn
ya otombêlî tya lê exuřn
lewe napirsin xełkî jêr kewê
şahî her xoşe bo tenha şewê