dinya dû řêye bo ehlî biřwa

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  951 views
dinya dû řêye bo ehlî biřwa
řêyekyan dêt û řêyekyan eřwa
’aqił çon enwê lew dûřêyane
meger ewkesey xewî girane
dinya xewêke bot nayete dî
hêşta kes berî ew xewey nedî
yekêk ebînî şîrîn xet û xał
le pêş çaw laçû ebê be xeyał
dûkes egeřên be řoj û be şew
legeł lêk biřan egeřê be xew
sed xwardemenî xoşt bo ekirê
eyxoy keçî zik twêşû hełnagrê
her şox û şengê ke dił arame
dway wesił ebînî ke «îḧtîlame»
yadî xwa nebê têrî pê naxoy
heta zortir bê, şît gîrtirî boy
eger bêtu xwa ewey pê bexşît
metirse îtir be hîç nalexşêyt
xway kird derûnit řahat bew nûre
xem û xefetî dinyat lê dûre