germa řitûbet le leş derdênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  902 views
germa řitûbet le leş derdênê
serma dest û pêy pyaw etezênê
hawînan dinya piř le mîweye
zistanan befir be kiřîweye
ewey siruştî sarde wek zistan
tezû exate naw cergî însan
ewey ke diłî germe û beřeḧme
le naw pyawana zînetî bezme
pyaw heye hênde sard û bêbake
agirî cehennem tînî tê naka
ełên «semender» le agiraye
nem degut řaste, ewm nedyaye
«bayequş»m dî, xwêndî leser mał
agirî têber bû, daye koy zuxał
hêndêkîş çawî pîsyan kar eka
çawî pîs karî jarî mar eka
çî debê eger çawpîsê carê
«peḧ» le «hîtler» ka û bîxate xwarê
du’a û nizay xełk te’sîr nanwênê
meger bombay çaw hełîtekênê
wa ’alemê mird «hîtler» her mawe
nawî be bełay xuda nûsrawe