her wekû «nefî nefî» îspate

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1160 views
her wekû «nefî nefî» îspate
zułim le załim wek ḧesenate
ełmas be berdî bê qîmet eşkê
ke şika îtir pêka nalkê
bełam «řûsûrî» çarî kirawe
bawkî maqûł bê, boy dapoşrawe
pyawê ke destî le dest hełbiřa
zorî pê neçû pêy heławasra
şerte ew destey ke hełdebřê
ebê destê bê bo dizî nebřê
hendê musîbet ke xwa eynêrê
be seday kirdey bedman ejmêrê
ke destit beser pişîleda hêna
řegî kotir û kewî derhêna
’erş ke be nałey hetîw elerzê
boç bew lerzeye «hîtler» natezê?
ta řûy ser zemîn be xwên sûr ebê
gêpeřey milî ew estûr ebê
behar bo cwan xoşe bigeřê
darî pîr be bay behar nalerê
pîrî û cwanî têkřay zeḧmete
yadî cwanî bo pîr ḧesrete
pîr teqawît bû, nakewête yad
îtir day’enên be nefsî zyad
nazanin xoyşyan wayan beser dê
goř waye bedkar derî ken le dê