ke be mindałî «qibûłî» nexoy

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  735 views
ke be mindałî «qibûłî» nexoy
geyşitye piław ełêy: xełkî kwêy?
yaxwa qet geda negate mesned
hemû karbedest ebne pyawî bed
caran «bisim alle» ekira leser nan
ebuwe têrexor, qapêk bo hemwan
êsta «bisim alle» kewtote ẍabat
pît û bereket boye dwayî hat
pîr řîşî nebê gûçney dûxe
seyîdî bedxû «ayey mensûxe»
bêdengî dem řast be hîç najmêrin
«fîke» be biray «bê lêw» espêrin
le «hewramana» řimbazî nebû
keçî «hewramî» yekeswar derçû
swarê gilabû le dewrî «hawar»
eygut: swar neglê, çon ebê be swar?
xêr be destî xot nebeşîtewe
xêrî ew xêre ebeşîtewe
swar gila û dîsan řêy sextî pêwa
bo ewe deşê bîkey be kêwa