zistanan dûpişk eçne kunewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  626 views
zistanan dûpişk eçne kunewe
min xizawme kun, emdoznewe
wemzanî serma dûpişk siř eka
keçî serma ew gerimtir eka
her heng namûsî xoy řadegrê
be pyawyewe da, le daxa emrê
berx û kar dengî bilwêryan ewê
sed bilwêr lêdey, ga boy nanewê
caran muxtaran gizîryan hebû
be gizîr nawî çakan derdeçû
yaxwa gizîrman xwa lê nestênê
eger ew nebê, pyawçak nanwênê
çend xoş bû caran be mîr û gizîr
ke emûstîle eykirdî be mîr
yaxo baz enîşt be ser sertewe
ekewtye şahî be yawertewe
êsta nawêrî le kun derkewî
be «babî, babî» meger serkewî
babî babîşman le beharaye
beharîş hêşta şeř le karaye
hanam be toye xuday kirdigar
lêman neşêwê seyranî behar