’eşq ew ’eşqeye wek dugme û qeytan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  782 views
’eşq ew ’eşqeye wek dugme û qeytan
le yektir ałên be dest le milan
be cût bigewzên le sîney safa
dem le naw demda û mil le tenafa
eweyan xoşe ke bê mindałn
cergyan nasûtê ke boy binałn
mu’cîzey gewrey «’îsa» emeye
mindałî nîye bê qiře û weye
em mangeyş hêşta şînî «ḧuseyn» bû
waweylay «zehra» û nałey kewneyn bû
hî ewto heye bo nanî mindał
çarî namênê ebê be ḧemał
hî ewtoyş heye serî ba’eda
be bade ẍemî xoy be ba eda
hî wayşiman heye tiryak ekêşê
marîş pêwey da, hîç kwêy nayeşê
minî be bengî muḧîbetî xwa
nemar, ne dûpişk, goştî min naxwa
çend xoşe însan le xoya pak bê
le bendubawî dunya bêbak bê
ser guzeştekey dûpişk û kîseł
lem zemaneda buwe be meteł!