ew çwar ’unsurey siruştî minin

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  693 views
ew çwar ’unsurey siruştî minin
her çwaryan legeł yekda dujminin
aw û, agir û, ba, legeł xaka
ewyan legeł ew katê hełnaka
ke min lemane dirust kirabim
çon legeł biray xoma birabim?
seyr ew seyreye ewaney çak bûn
netewekanî ewan napak bûn
carê kuřanî eweł pêẍember
ewan yektiryan daye ber xencer
duwem yosfî şîrîn xet û xał
birakanî xoy hawîştyane çał
êstayş debînîn kuře welyekan
dest eweşênin be tîr û peykan
wełła webîlla karî ełłaye
em bigre û berde û şeř û hełłaye
egîne xwa xoy be êmey fermû
bimanwîstaye ummet yek debû
eger dunyaman wek beheşt ebû
hîçkesê belay xwada nedeçû