wirde me’mûran bo zemmî me’aş

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  671 views
wirde me’mûran bo zemmî me’aş
be hoy hîwawe kewtûne telaş
ta tiryak dênin bo maran gestû
bedem êşewe ewan ełên dû
ne teřesaze û ne teřemaşe
şeřegeřeke û dewen be aşe
ta řewg û řanman dway nebřayewe
řêgay kwêstanman bo nekirayewe
xałanekeye «memre ta behar»
kurtanî tazet bo dênim le şar
eger xwa eka «hîtler» namênê
payîzîş neş’ey behar enwênê
îtalya ke wek fis fis pałewan
xoy hełkird bû, hatbuwe meydan
řojêkî lêdê biłên yonan hat
be gurgeloqe derçê le wiłat
ewsa be gurcî řayan efřênin
kersimey «mosolênî» derdênin
eger «hîtler»yiş wek ewî lê bê
«yum almu’ud»yiş bo cûleke bê
zułim û zordarî ta ser namênê
xwa tołey biznî bê şax esênê
xozge be şekirî herzan, řemezan
têr mirebaman exward wek caran