huner ewete şexist xoş bwê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  709 views
huner ewete şexist xoş bwê
bo nane «dunan» ředû ekewê
xohełkêşane be kerdewey ḧîz
çawlêkerîye pêy dełên xermîz
emřo pêt dełên le dewrit geřêm
pêt hełxilîska ełên lade lêm
min pyawî weham dîwe û bîstuwe
le tenganeda dostî wîstuwe
caran eyangut ke nexwêndewar
lêk nadatewe azaye û bekar
êsta xwêndewar aza û cesûre
be hoy ewewe mîllet řûsure
le qubbey berzî ser wiłatewe
kirdey merdîye deng edatewe
ew kesey kese û be firyařese
kesîş nezanê zewqêke bese
bedxûyş xeyałî dawete zyan
ełê «ẍirqiş kin ma him dir myan»
destî bo kełkî xełk dirêj nebê
yaxwa birînî qet sařêj nebê
eger pêş ewey ke deçête xak
xak bî ebîte merdêkî bê bak