ba, mêx sindanî fiřêdaye der

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  609 views
ba, mêx sindanî fiřêdaye der
pêç û kilûyan ehawîşte ber
qesab xoy derkird be cwabêkî sard
keçî mûy řîşî be nawnîşan nard
tifî le řûy kird, pêy wit «kerete»
witî: qeynaka, baran řeḧmete
kase ke çewr bû aw nagrête xoy
gacût tênaga bilwêr lêdey boy
dar be pwazî xoy eqełêşê
gułî dost zyatir le berd eyêşê
eger etewê azadeser bê
ebê «beşedde» û «bê şedde» keř bê
«pwasûn dawrîl» pîşey şa’îre
keçî zor cahîl tyaya mahîre
ême be «mazwan têşkan» pestîn
behîway eweyn «besîçkan» hestîn
«şikir» û «şirk» her dû le qałbêkin
keçî be me’na çend dûr le yekin
şî’ir û şer’ û ’erş keresteyeke
şî’ir lem duwane hełbesteyeke
herçît edenê nawî kereme
tenha cinêwe minetî keme
ke mirdît hîçit le geła naye
gunah hawdemte, ew bewefaye!