perwane û masî bo çira û bo aw

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  683 views
perwane û masî bo çira û bo aw
her dû diłdaden be naw û be daw
herdûkyan emirin be xwarujûrî
em be nizîkî û ewyan be dûrî
gurg û kerwêşk û şemşemekwêre
şewgerdin syanî wayş heye lêre
zerû xwênî pîs le leş derdênê
binyadem xwênî pak eřjênê
areq ke pîse neşe denwênê
mêş pake keçî dił têkeł dênê
espî zil ḧortî mil şaseywanî
katêkit zanî ke têy nehanî
bełam feḧlêkî řesenî şîrpak
serî xotî pê bispêre bêbak
bagirdên sûk bê ban danamirkê
pałewan exa kołinc û birkê
diłope dayda nawestêtewe
hewdayê gayê nabestêtewe
mirîşk hêlkey kird garegar eka
hendê bê hêlke pyaw bêzar eka
herçend mişemma hatote kaye
çetir çaktire lew mişemmaye
çetir hetawîş egêřêtewe
sûktire û parey ebjêrêtewe
waman ezanî lafaw emanba
çile beserçû nema befir û ba
burcî pîrêjin bo cwane jine
pîrîş û cwanîş dwayî mirdine