ke wityan dinya mastî meyîwe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  638 views
ke wityan dinya mastî meyîwe
ewsa bizane kes têy negeyîwe
şîre detirşê û nawî enên mast
şîrîn tirş ebê û çewt ebê be řast
bêzû řîxołey afret kirj eka
şîrînî nawê ḧez le tirş eka
cîhan xatûn çon dest ekate mil
bîr naçêtewe qabîl û habil
em seretaye lewanewe hat
pîşey bawkimane buwe be mîrat
heta dê êmeş lêy zyad ekeyn
řê be nerîtî kuşende ebeyn
fen bo fen û fêł ebrête kar
bo çiłuçêwîş pyawî nabekar
pêẍember fermûy ke em dinyaye
kes nełê xoşî û sirewtî tyaye
kes dananîşê bê sat û sewda
xwa bo seyrî xoy êmey têk berda
peniçkê nanî xistiwete nawman
xistye ber çepok ser û kiławman
em zed û xurdey şêr û qełẍane
hîçî tir nîye hemûy bo nane
defermûn kamman bê nan hełdekeyn
çarey nan xwardin key řêy pê debeyn
berdêkî řeş wa le binî dinya
awî deryakan eçê be serya
hełyan elûşê û herwa kispey dê
têr xwardinewey bo nayetecê
ey ew kesaney hîwatan pêye
eme hełênin bizanin kêye